‘Li Kurdistanê di bin navê ol de li dijî Rêya Sêyemîn pêngavek tê pêşxistin’ 2022-10-19 12:50:25   AMED - Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA’yê Ahmet Kaya diyar kir ku ‘7’emîn Hevdîtina Aliman’ a li Amedê hate lidarxistin li dijî Rêya Sêyemîn pêngaveke tê pêşxistine û xwest ku li dijî vê yekê helwest bê nîşandan.    Di 15’ê cotmehê de li Amedê ‘7’emîn Hevdîtina Aliman’ ku berdevkê Talîban jî tev li bûbû hate lidarxistin. Bertek nîşanî tev li bûna kesên weke Berdevkê Talîbanê Zabînûllah Mucahîd, hikumxwarê Hîzbûllahê Enver Kiliçaslan û nivîskarê Yenî Şafakê Yûsûf Kaplan ê bertek nîşanî nivîsîna “Kurdistanê” ya li ser tabelaya ku welatê jê hatin nîşan dide da, hatin dayîn. Gelek beşan diyar kir ku ev aktîvîte ji aliyê kesên nêzî HUDA PAR’ê ve hatiye organize kirin, bi vê yekê hem HUDA PAR hem jî Talîban li bajarên kurdan tê meşrûkirin û bertek nîşanî vê yekê dan.    Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya, di serî de têkildarî aktîvîteyên di demên dawî de li Amedê di bin navê “ol” tên lidarxistin de û konferansa ‘7’emîn Hevdîtina Aliman’ a hate organîzekirin de nirxandin kirin.    ‘HILBIJARTINA AMEDÊ NE TESADUF E’   Kaya, destnîşan kir ku bi taybetî li Kurdistanê li dijî hevpariya kurdan tevgereke bi vî rengî hatiye pêşxistin û got: “Sedema bingehîn a li ser sekinîna Kurdistanê û bi taybetî ya Amedê ev e; Îro em hemû dizanin ku dilê vê erdnîgariyê Kurdistan e, dilê Kurdistanê jî Amed e. Hemû tevger û planên siyasî yên ji vir derkevin holê, planên ku li tevahiya Kurdistanê belav bûne ne lewma ne tesadûf e ku ev der bi taybetî hatiye hilbijartin.”   ‘SIYASETA LI PIŞT AKTÎVÎTEYÊ’   Kaya, bi lêv kir ku aktîvîteya ‘7’emîn a Hevdîtina Aliman’ ji aliyê saziya bi navê Yekitiya Medreseyan û Aliman ve hatiye lidarxistin û wiha berdewam kir: “Lê bernameyeke ku serokê HUDA-PAR’ê jî tev li bûbû. Çiqas rast e ku partiyeke siyasî bernameyên wisa li dar bixe. Saziyên sivîl li dar bixin normal e lê aqlê siyasî yê li pişt vê aktîvîteyê pirsên cuda tîne hişê mirovî. Em hemû dipirsin, çima di pêvajoyeke wiha de ev bername hate lidarxistin? Tev li bûna HUDA-PAR’ê serê mirov tevlihev dike.”   ‘MEDRESEYÊN BI HESABÊN SIYASÎ’   Kaya, bal kişand ku li Amedê gelek medrese hatin avakirin, hejmara wan her ku diçe zêde dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di bin navê medreseyan de gelek sazî xwendekaran perwerde dikin, ev sazî xwediyê gelek derfetên zêde ne. Ev saziyên ku dewlet bi rêyên nefermî piştevaniya wan dike kî ne? Ev bi kîjan rêbazan tên fînansekirin? Ev razemenî çima li Kurdistanê evqas zêde tên kirin. Pirsa duyemîn jî ev saziyên wisa li derveyî bajaran tên avakirin. Çima ji cihên derveyî civakê tên avakirin? Temam di kevneşopiya Kurdistanê de medrese hebûn lê di nava gundan de û di nav civakê de bûn. Lê ev sazî ji civakê tên revandin û ev jî dide nîşan dan ku di nav vî karî de hesabên cuda hene. Divê em bi baldarî nêzîkî van bibin. Ji ber ku çi nîşanî wan didin em nizanin. Ji ber zelaltiyê jî divê ev were jêpirsîn.”   ‘LI SER XETA HIKUMETÊ…’   Kaya, sedemên zêdebûna medreseyan wiha nîşan da: “Li Kurdistanê li ser sazî û xebatên wiha li gorî desthilatê bingeheke gel tê avakirin û li gorî vê xebat tên meşandin. Yekane muxalefeta rast a Tirkiyeyê tevgera kurd e. Di bingehek û erdnîgariyeke tevgera kurd lê bibandor e ev yek tê kirin. Li gorî min ev xebatên li dijî vê yekê ne.”   ‘MERAQA HUDA PAR’Ê YA XWE NÎŞAN DANÊ’   Kaya, da zanîn ku li pişt cih girtina HUDA-PAR’ê ya aktîviyeke wiha hin sedemên siyasî yên cuda hene û wiha pê de çû: “Partiyeke siyasî ye, divê em vê rewa bibînin, lê kiryarên partiyan pîvanên wan ên meşruîyetê derdixînin holê. Tişta dixwazim bibêjim, çima partîyeka sîyasî dilxwaz e ku beşdarî xebateke bi vî rengî bibe? Eger pratîka çalakiyê ya Talîbanê ya li Efganîstanê ji her tiştên berê heta roja îro bê qebûlkirin û gengaz were nîşandan, eger ji bo me weke modelekê bê nîşandan, ev yek pirsgirêkeke mezin e. Hiştina têkoşîna li dijî dagirkeriya Rûsya û Amerîkayê ya li Efganistanê, di encama wê têkoşînê de gihîşt roja îro; Hêviyek heye ku Talîban bikaribe bide gelê Afganî? Gelo ew ê karibe bextewariya ku ew bi hesreta wan bû pêşkêşî gelê Efganîstanê bike?  Eger bersiva we ji vê re erê be, baş e ku mirov weke modelekê bîne vê derê, eger ne wisa be, wê demê peyama em ji wir bigirin çi ye? Bi gotineke din, peyam û şêweya jiyanê ku em ê pêşkêşî gelê kurd bikin tarzê jiyanê yê  Talîban ji efganiyan re rewa dibîne ye? Bersiva vê pirsê pir girîng e.”   ‘LI CEM TIFAQA CUMHÛR E’   Kaya, anî ziman ku li herêmê çalakî û aktîvîteyên hemû partiyên li herêmê tên qedexekirin lê mudaxileyî çalakiyên HUDA-PAR’ê nayên kirin û wiha got: “Li gorî min divê mirov nêzîkatiyeke rast nîşan bide û HUDA PAR'ê di qonaxa siyasî da bihêle. Erê, ez jî dizanim ku HUDA-PAR bermayê Hîzbûllahê ye. Û ez vê rastiyê înkar nakim. Tevî ku hemû aktîvîteyên li herêmê tên astengkirin, sedema performansa rehet a xebatên HUDA PAR'ê gelekî zelal e; Li ser wê yekê ye ku HUDA PAR li aliyê Tifaqa Cûmhûr helwestê nîşan dide. Nêzîkatiya wê ya di pirsgirêkên kurdan de jî tevî peyvên kurd û Kurdistanê hene jî helwesteke ku polîtîkayên dewletê aciz bike nîşan nade.”   ‘PENGAVEKE LI DIJÎ RÊYA SÊYEMÎN E’   Kaya, bal kişand ku di bingeha erdnîgariya kurdan de liv û tevgerek heye û wiha pê de çû: “ Rewşa Rojhilat, rewşa Rojava bi salan e di holê de ye. Dîsa geşedanên li Başûr û pirsgirêkên li aliyê Tirkiyeyê diqewimin… Di serdemeke ku muxalefeta kurd bi awayekî cidî bûye hevî de bi Rêya Sêyemîn dibe rêber. Ev hemû li ber yekitiya neteweyî ya kurd asteng in. An ku bi rêya ol berê girseyê dide aliyên din. Ev gavên li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê kurd û Kurdistanê tên avêtinin. Wateya avêtina van gavan a vê derê ev e”   ‘DIVÊ EM HELWEST NÎŞAN BIDIN’   Kaya, destnîşan kir ku qasê xebatên hevkariyê yên tevgera kurd zêde dibin, xebatên wisa jî zêde dibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dixwazin Kurdistanê dabeş bikin û perçe bikin û li pêşberî me astengiyan derxînin. Heta çalakiyên hin kesan meşrû tên dîtin yên hinekan nayên dîtin. Heta li kolanan tundiyê li parlamenteran dikin. Dema em li vê naqoqiyê binêrin em dikarin bêjin armanca wan çiye. Dixwazin me asteng bikin, divê em li dijî vê gelek zindî bisekinin. Divê em vê ji gelê xwe re vebêjin. Pirsgirêka bingehîn a Kurdistanê pirsgirêka nasname, ziman û çandê ye ku bi tunebûnê re rûbirû ye. Ew çawa girîngiyê didine; divê em jî li dijî vê helwestekê pêş bixin.”   MA / Eylem Akdag