Hevserokên HDP’ê Serokkomarê Iraqê Reşîd pîroz kir 2022-10-20 14:54:32   ENQERE - Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar ji bo Serokkomarê Iraqê yê nû Latîf Reşîd peyama pîrozkirinê weşand û Reşîd pîroz kir.    Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, ji bo Serokkomarê Iraqê yê nû Latîf Reşîd peyama pîrozkirinê weşand. Di peyamê de hevserokan wiha got: “Em we pîroz dikin ku hûn bûn serokkomarê Iraqê û di vê serdema zor de serkeftinê bo we dixwazin.”    Di peyamê de hat gotin ku hêviyên gelê Iraqê yên mezin ji Reşîd hene û wiha hat gotin: “Li gel avakirina hikûmeta nû ya Iraqê, weke HDP’ê em li gel hemû hewldanên we yên ji bo aştiya civakî û mayîndekirina rewşa bêpevçûnî ya li seranserî Iraqê ne. Em bawerin ku hûn dê ji tecrûbeyên xwe sûd bigirin, li gorî pirçandiya Iraqê tevbigerin, pirsgirêkên di navbera aliyên siyasî de bi rêya lihevkirin û diyalogê çareser bikin û rêbazên aştiyane bi kar bînin. Bi vê wesîleyê em serkeftinê ji we re dixwazin û rêz û hûrmeta xwe bo we pêşkeş dikin.”