Sancar: Divê derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de rastî derkeve holê 2022-10-22 13:04:18   ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bang li heyetên serbixwe kir ku çekên kîmyewî yên Tirkiye bikar tîne lêkolîn bike û got: “Teqez divê heyetên serbixwe lêkolîn bikin û pêwîste rastî çi be derbixin holê.”    Hevserokê Giştî yê HDP’ê li navenda partiya xwe bi hevserokên bajaran re yên HDP’ê re civiya. Sancar beriya civînê derbarê geşedanên di rojevê de axivî.    Sancar bi kurmancî hevserokên bajaran silav kir û dest bi axaftina xwe kir.    Sancar bal kişand ser rojeva hilbijartinê û got: “Hilbijartin di rojevê de û ev yek gelek grîng e. Hilbijartinek jiyanî û krîtîk e. Divê em xwe bi her awayî ji bo hilbijartinê bi hêz û amade bikin. Divê em bi xebatên hilbijartinêr e têkoşîna xwe ya civakî jî bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe berbelavî her kolan û deverê bikin.”    Sancar bal kişand ser polîtîkayên şer û yekperestiyê yên îktidara AKP-MHP’ê û destnîşan kir ku ew ê li dijî van polîtîkayêwn şer xeta xwe ya azadîxwaz, demokrasî, aştî û kedê biparêzin û li ber polîtîkayên şer û dijminane rabin.    ‘LI SER NIFÛSA KURDAN NIJADPERESTIYÊ DIKIN’    Sancar bal kişand ser gotinên Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ên derbarê hejmara zarokan de û got: “Bi salane li dijî nifûsa kurdan polîtîkaya nijadperestiyê û asîmîlasyonê û înkarê heye. Gotinên Erdogan jî berdewama polîtîkaya nijadperest e.”    BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWΠ   Sancar bal kişand ser yek mijarên girîng ên di rojevê de ku bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî qadên gerîlayan e û derbarê vê yekê de wiha axivî: “Di heman demê de, di nîqaşeke din de encamên xirab ên kuneya reş a ji ber polîtîkayên şer hatine afirandin jî di rojevê de ye. Ev îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî ne. Nûçe û îdiayên girîng hene. Ev îdia bi ravekirinên derew û tehdîdan nayên pûçkirin. Divê ev ji aliyê heyetên serbixwe ve bên lêkolînkirin û rastiya vê mijarê derkeve holê. Heke ev jî bên nixumandin û rneyê onîkirin, wê polîtîkayên şer ên li vî welatî kûrtir bibin, birînên civakî mezin bibin, fermana îstîsmarê wê zêdetir bibe. Ji bo guhertina vê pergalê yek ji girîngtirîn rêyên têkoşînê jî lêgerîna heqîqetê ye. Ji ber van hemûyan em bi israr doza çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd dikin da ku gelên Tirkiyeyê ji van aloziyan rizgar bikin. Rêya çareseriya demokratîk bi muzakere û diyalogê ye pêkan e.”    SERLÊDANA ÎMRALIYÊ    Sancar têkildarî serlêdana xwe û hevseroka xwe Pervîn Bûldan a bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re jî rawestiya û wiha got: “Diyalog û muzakere rêbaza herî rast a çareseriyê ye ku li ser zemîna siyasetê kar dike. Heke em bigihêjin vê, em ê karibin welat ji vê belayê rizgar bikin. Me gelek caran anî ziman ku em weke HDP’ê amade ne ku di her qadê de berpirsyariya xwe bi cih bînin. Em têkoşîna xwe û polîtîkayên xwe li gorî vê armancê diyar dikin. Herî dawî bi hevseroka xwe Pervîn Buldan re me daxwaza serdana vekirî û hevdîtina bi Îmraliyê re kir. Daxwaza me vekirî ye hevalno, em di wê baweriyê de ne ku civîneke wiha ku rê li ber aştî û çareseriyê veke, di warê rawestandina polîtîkayên şer de xwedî girîngiyeke mezin e. Sedemeke din a vê daxwazê heye. Hikûmet dixwaze li ser Îmraliyê manîpulasyonên cuda bike. Em jî dibînin ku ev manîpulasyon di derdorên cuda de çerxa spekulasyonê diafirînin.   BANGA ÎMRALIYÊ LI MUXALEFETÊ KIR    HDP partiyeke ku li ser esasê polîtîkaya şefaf pêk tê. Em dibêjin rêya sereke ya pêşîgirtina li van hemû manîpulasyon û spekulasyonan rakirina tecrîdê ye. Ji bilî vê ev yek pêwîstiya hiqûqa gerdûnî û navxweyî ye. Ji bo rê li ber her cure manîpulasyon û spekulasyonan bê girtin di vê heyamê de ji bo rê li ber çareserî û aştiyê bê vekirin me daxwaza vê hevdîtinê dikin. Niha em li benda bersiva Wezareta Dadê ne. Tê bîra we, çend hefte berê me gotibû ji bo hemû aliyên muxalefetê rêya herî baş ew e ku şandeyan ava bikin û daxwaza hevdîtinê li Îmraliyê bikin. Me ev daxwaz din av xwe de nîqaş kir û veguherand vê serlêdanê. Li dijî polîtîkayên şer vekirina rêya aştî û çareseriyê deynê stûyê HDP’ê ye.”    SANCAR HELBESTEK CEGERXWÎN XWEND    Sancar di dawiya axaftina xwe de hosteyê helbesta kurdî Cegerxwîn di salvegera koça wî ya dawî ya 38’emîn de bi bîr anî û got Cegerxwîn remza têkoşîna azadî û aştiyê bû.    Sancar got ew dixwaze çend risteyan ji helbestek Cegerxwîn parve bike   Risteyên ku Sancar xwend wiha ne:    "Bi çepik û lûlandin Bi devken û xweditî  Hemû bijên bi hev re  Bijî bijî yekitî”