Walîtiya Amedê ji bo mitînga Erdogan li ser hev peyaman ji xelkê re dişîne! 2022-10-22 16:04:09     AMED - Walîtiya Amedê ji bo beşdariya mitînga Erdogan a Amedê zêde nîşan bide pankartan û afîşan li gelek deverên bajêr daliqandiye û ji 12’ê cotmehê ve li ser hev peyam ji welatiyan re dişîne.    Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan sibê tê Amedê. Ji bo hatina Erdogan sazî û dezgehên dewletê adeta ketine pêşbaziyê. Derket holê ku qeydên deng ê Midûrê Perwerdehiya Netewî yê Bajêr Mûrat Kuçukalî ji bo beşdariya mitînga Erdogan bang li midûrên şaxên perwerdehiya li bajêr, rêveberiyên dibistanan û mamosteyan kiriye.    Walîtiya Amedê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye jî bi rojane ji bo hatina Erdogan hemû derfet û hêza xwe xistine dewrê û amadekariyên hatina Erdogan dikin.    Bi rojane Walîtiya Amedê li ser hev peyam ango SMS’an ji welatiyên Amedê re dişîne û banga tevlibûna mitînga Erdogan dike.