Bayindir ji bo çekên kîmyewî bang li hikûmeta Iraqê kir: Soza xwe bi cih bînin 2022-10-23 15:43:16   MÊRDÎN - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li dijî bikaranîna çekên kîmyew ji hêla Tirkiyeyê ve, wiha bang li hikûmeta Iraqê kir: “Soza xwe bi cih bînin.”    Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrdînê 6’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Kongre, li eywaneke hotêlê ya li bajar hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay û bi sedan partiyî tev li kongreyê bûn. Kongre, piştî hilbijartina endamên dîwanê dest pê kir û ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin.    Di kongreyê de gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hat berzkirin. Ji Dayikên Aştiyê Perîhan Altug di kongreyê de bertek nîşanî bikaranîna  çekên kîmyewî da ku dewleta tirk li dijî Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê bi kar tîne. Altug, da zanîn ku dê li hemberî êrişan bêdeng nemînin û di daxwaza xwe ya aştiyê de jî biisrar bin.    GUNAY: EM Ê HESABA WÊ BIPIRSIN    Piştre jî Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay axivî û berxwedasna jinan a li dijî rejîma Îranê silav kir. Gunay, bi domdarî Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel bi bîr anî û wiha domand: “Nagihan û Jînayê bi berxwedanên xwe careke din dengê dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ hîn bilindtir kirin û nîşanî me dan ku heke li Rojhilata Navîn azadî pêk were jî ev yek bi saya têkoşîna azadiyê ya jinan dibe. Em ê li her deverê û di her şert û mercan de berxwedan û têkoşînê biqîrin.”    ‘EM Ê HESABÊ JI WAN BIPIRSIN’   Gunay, di berdewamê de got ku tifaqa AKP-MHP’ê êrişî destkeftiyên gelê kurd dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bila nebêjin ku ev dewr dê her bidome. Di serî de bikaranîna çekên kîmyewî, em ê hesaba her êrişa li dijî kurdan, muxalîfan, jinan û polîtîkaya qan qirkirinê ji wan bipirsin. Em ê bi berxwedana xwe ve vê hesabê bipirsin. Di heman demê de bi tecrîda girankirî re dixwazin pêşî lê bigirin ku dengê birêz Ocalan li dinyayê belav bibe. Lê gelê kurd ê bi meşa xwe ya azadiyê vê polîtîkaya tecrîdê têk bibe.”    BAYINDIR: EM DI QONAXEKE KRÎTÎK DE NE   Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan. Bayindir, got ku dê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya girtiyên siyasî bidomînin û wiha pê de çû: “Têkoşîna azadiyê ya gelê kurd di qonaxeke girîng de ye. Zarokên kurd di salên 90’î de bi destê Suleyman Demîrel, Tansû Çîller, Mehmet Agar, Dogan Gureş û kontrayan dihatin qetilkirin. Îro jî bi zîhniyeta Erdogan, Bahçelî, Soylu û Hulusî Akar tên qetilkirin. Ev zîhniyet hewl dide ku gelê kurd vê sedsalê jî azad nebe. Me zîhniyeta Tansu Çîller, Suleyman Demîrel têk bir niha jî dê ya Erdogan, Soylu û Bahçelî têk bibin.    DIVÊ PDK DEV JI ŞIRÎKATIYÊ BERDE   Têkoşîna gelê kurd bo hemû gelên cîhanê bûye hêvî. Divê PDK di zûtirin demê de dev ji polîtîkaya xwe ya qirêjî û hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re berde.  Ji bo artêşa dagirker û kujer rê vedike. Alîkariyê dide wan û rê nîşanî wan dide. Tirkiye li dijî gelê Kurdistanê her cureyên dijminatiyê dike. Ev saleke zarokên kurd bi çekên kîmyewî dikuje. PDK bo wan rê vedike û bi alîkariya wan tên kuştin. Gelê me yê Başûr divê îro li dijî van êrişan û polîtîkayên PDK’ê serî rake.    BANG LI SEROKKOMARÊ IRAQÊ KIR   Zarokên kurd bi çekên kîmyewî tên qetilkirin. Birêz Abdulletîf Reşîd divê soza xwe ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bi cih bîne. Divê hem Komîsyona Lêkolînkirina Çekên Kîmyewî ava bike û hem jî li her platformê bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve bîne ziman. Divê Tirkiye ji ber bikaranîna çekên kîmyewî bê mehkûmkirin û di wê baweriyê de ne ku dê birêz Reşîd vê berpirsyartiya xwe bi cih bîne.    EM Ê TECRÎDÊ PARÇE PARÇE BIKIN    Dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ ku niha di çalakiyên Îranê de tê berzkirin, bingeha xwe ji felsefeya birêz Abdullah Ocalan digire. Ew jî vê baş dizanin lewma jî ev 24 sal in birêz Ocalan tecrîd dikin. Birêz Ocalan bi sekna xwe, bi felsefeya xwe ev komplo vala derxist. Em jî dê bi têkoşîna xwe vê tecrîdê parçe parçe bikin. Komplo, li Sûriyeyê dest pê kir û niha her devera ku komplo dest pê kiriye qada şer e. Li cihê komplo destpêkirî îro têkoşîna gelê kurd heye û bi pêşengtiya têkoşîna jinên kurd şoreşek tê kirin. Ev şoreş, bûye hêviya şoreşger û gelên bindest.”   HEVSEROK HATIN HILBIJARTIN    Piştî axaftinan jî raporên darayî û xebatan hatin xwendin. Sureyya Dundar û Şerafettîn Aslan weke hevserokên nû hatin hilbijartin.