Starta kampanyaya ‘Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet’ hat dayîn 2022-10-23 16:23:21   ENQERE - Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê kampanyaya “Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet” da destpêkirin. Di danasîna kampanyayê de hat gotin ku divê kar û barên ol û dewletê ji hev bên cudakirin û hat destnîşankirin ku îro di dema desthilatdariya îslamiyan de baweriya mirovan a bi edaletê kêm bûye.    Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê, starta kampanyaya “Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet” da. Di hevdîtinê de li gel Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, her wiha Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê Tulay Hatîmogûllari, Hevberdevka Maseya Îslamê ya Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê Dîba Keskîn û gelek beşdarên din amade bûn.    Di destpêkê de Nesîmî Aday li ser navê Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê axivî û got ku armanca wan a ji kampanyayê ew e ku êrişên li dijî baweriyan wan tên kirin hîn bêhtir şênber bikin û weke HDP’ê nerazîbûna xwe ya li dijî van êrişan nîşan bidin.    Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê Tulay Hatîmogûllari jî bi erebî axivî û da zanîn ku desthilatdariya Tirkiyeyê nirxên Îslamê ji bo desthilatdariya xwe bi kar tîne û wan jî li dijî van êrişan Maseya Îslamê ya Demokratîk ava kirine. Hatîmogûllari, da zanîn ku pêdiviya tevahiya cîhanê bi aştiyê heye. Bi domdarî Hatîmogûllari, diyar kir ku li cihekî edalet lê nebe, ne mirov dikare mafên mirovan, ne wekheviya jin û mêran û ne jî tiştekî din biparêze û ev tişt anî ziman: “Lê belê ev bazirganên olê, mîna bîreke bêbin zilma xwe didomînin. Li rexekî jin tên qetilkirin, li rexekî girtî di girtîgehan de dimrin û li rexa din jî cenaze bi kargoyan tên şandin.”    DIVÊ ZEXTA LI SER BAWERIYAN BÊ RAKIRIN   Piştre jî ji Maseya Îslame Perîhan Yogurtçû û Zahît Mutlu metna danasîna kampanyayê bi tirkî û Hevberdevkê Komîsyona Gel û Baweriyan Emîn Ay jî bi kurdî xwend. Metn, ji sernavên “Aştî, “Edalet”, “Jin” û “Ked” pêk dihat.    Di metnê de hat gotin ku  divê kar û barên ol û dewletê ji hev bên cudakirin, hemû nasname bikarin xwe bi awayekî azad îfade bikin û ji bo laîktiyeke wekhev û azad têdikoşin. Bi domdarî hat gotin ku daxwazên aştî, edalet, ked û azadiyê di çarçoveya Belgeya 12 Hîmên Mafên Mirovan de tên destgirtin û hat gotin ku ji bo ku gel û baweriyên li Tirkiyeyê hebûna xw bidomînin, divê rêya ked, edalet û azadiyê li pêşiya her kesî bên vekirin. Di metnê ji bo aştiyê jî ev tişt hatin parvekirin: “Wateya navê Îslamê; aştî ye. Mezintirîn diyariya îslamê ya ji bo mirovahiyê, aştî ye.”    EDALET RÊGEZA BINGEHÎN E   Metn, wiha berdewam kir: “Edalet, yek ji rêgezên bingehîn ên îslamê ye. Avakirina civakeke li ser bingeha wekheviyê, tenê bi zîhniyeteke biedalet pêkan e. Yek ji mînakên sepanên zalim û zordarên ku dibêjin qaşo li ser navê olê tevdigerin jî bêedaletiya li dijî girtiyan e. Girtiyên nexweş nayên berdan û terkî mirinê dikin. Her wiha bi dehan caran li dijî cenazeyên ciwanên kurd bêrêzî kirin, goristan xera kirin û îşkence li cenazeyan kirin. Ne mimkine ku mirov ji saziya destûra van daye re bibêje ‘îslamî’ ye.    Yên ku li pêş çavên zarokên wê bi deh guleyan Taybet Înan qetil kirin û cenaze li kolanê hiştin, yên ku weazên bi kurdî qedexe kirin li dijî Hz. Muhammed in. Di dema desthilatdariya îslamiyan de baweriya mirovan a bi edaletê nema. Nikarin zilm û neheqiyên xwe veşêrin. Heke li cihekî aştî û edalet nebe, heke di navbera mirovan de wekhevî nebe, mirov nikare qala îslam û mirovatiyê bike.    WEKHEVIYA JIN Û MEÊRAN   Yek ji guhertinên radîkal ên Hz. Muhammed li gorî şert û mercên wê demê bi xwe re anîn jî, mafên jinan e. Di gelek ayetan de di mijara maf û berpirsyariyan de jin û mêr wekî hev tên dîtin.  Li gel ku Hz. Muhammed girîngî dida mafên jinan jî, helwesta mezheban hema hema nasnameya jinan tune kiriye. Hedîsa ‘bihûşt di bin lingên dayikan de ye’ ku weke xelateke mêran a ji bo jinan hatiye beravajîkirin û heke gotin cih de be jin jiyanê hatiye qutkirin. Hêz, nasname û mafên jinan hatine binpêkirin û zîhniyeta mêrserdest hatiye rewakirin. Weke Maseya Îslamê ya HDP’ê, em radigînin ku ev sepanên li dijî jinan îslamî nînin. Kesek nikare nasnameya jinan bitepisîne û ev yek neheqiyeke mezin a li dijî îslamê ye.    ÎSLAMÊ LI DIJÎ KEDXWARIYÊ ŞER DAYE DESTPÊKIRIN    ‘Keda mirovan esas e’ (Necm 39). Îslamê li dijî hemû cureyên kedxwariyê şer daye destpêkirin. Di vê mijarê de berpirsyariyên mezin xistine stûyê karmendan. Heta Hz. Muhammed keda karker esas girtiye û gotiye; ‘hêjta xweha laşê karker li ser necemidî, heqdestê wî bidê.’ Div ê mijarê de banga adilbûnê dike.    Weke Maseya Îslamê ya HDP’ê em ê bikaranîna îslamê ji hêla rejîmên otorîter ve teşhîr bikin û rastiyê ji gelê xwe re vebêjin. Ola îslamê tu carî pergala kedxwariyê, cihêkarî, zext û pişaftin qebûl nekiriye. Lê belê di serî de saziyên weke wezareta diyanetê, hemû saziyên din ji bo rewanîşandana pişaftin û zilmê fetwa dane û didin.”     Hevdîtin, bi axaftina Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar didome.