Erdogan li Amedê bo girseya derve anî axivî û HDP hedef nîşan da 2022-10-23 16:32:56   AMED - Erdogan xîtabî girseya ji derve anibû kir û bi kadroya mamosteyên kurdî pesnê xwe da, dîsa HDP’ê hedef girt.   Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di mitînga Qada Îsyasyonê de xitabî hezaran kesên ji derve anîbû kir. Ji serî heya dawiya mitîngê Erdogan Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hedef girt û ji girseya ji derve anîbû xwest ku dema hilbijartinê de hesabê ji HDP’ê bipirsin.    HDP HEDEF GIRT   Erdogan di axaftina xwe de careke din Yasîn Boruyê di çalakiyên Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû bi bîr xist û wiha axivî: “Navê van kurd e lê tu eleqeya wan bi kurdayetiyê re nîn e. Zilma herî mezin ev li kurdan dikin. Ma ne ev in birayên min ên kurd dibin Qendîlê. Vaye 7 meh hene, gelo hûn bi me re ne ku di hilbijartinê de em hesabê ji van bipirsin?”   DEMÎRTAŞ NE KURD E   Erdogan îdia kir ku Selahattîn Demîrtaş ê di Girtîgeha Edîrneyê de tê ragirtin ne kurd e û Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî bi nasnameya xwe ya netewî hedef nîşan da û ev tişt gotin: “Rojên reş ên Amediyan êdî derbas bûn. A niha tu eleqeya şexsê di Girtîgaha Edîrneyê de tê ragirtin bi kurdayetiyê re heye? Ê ev zilam ne kurd e, lê belê mêtingeriya kurdan dike. Ma a niha hevserokekî wan kurd e? Ê nîn e. Ew jî bi heman awayî mêtingeriya birayên min ên kurd dike.”   BI MAMOSTEYÊN NEHATINE TAYÎNKIRIN PESNÊ XWE DA   Erdogan bi hezaran mamosteyên zimanê kurdî yên ku nayên peywirdarkirin wek serkeftin nîşan da û bi peywirdarkirina 3 mamosteyên kurdî wiha pesnê xwe da: “Me kadroyên mamosteyên kurdî yên ku dihatin xwestin peywirdar kirin.”