HDP’ê bûyera madeya hişbirinê ya li Cizîrê bir Meclîsê 2018-03-22 13:34:32   ENQERE - HDP’ê, bûyera Yusuf Dundar ê 18 salî yê ji ber madeya hişbirê di tuvaleta mizgefta Cizîrê de mirî hat dîtin û zêdebûna hişbirinê ya li Cizîrê bir rojeva Meclîsê.   Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê şeva 16’ê Adarê ciwanê binavê Yusuf Dundar ê 18 salî ji ber bikaranîna madeya hişbirê di tuvaleta mizgeftê de hat dîtin. Li ser vê yekê Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan derbarê madeya hişbirê ya li Cizîrê zêde bûyî bir rojeva Meclîsê û pêşniyar pirs da Serokatiya Meclîsê. Aslan xwest Wezîrê Karê Derve Suleyman Soylu pêşniyar pirsa wî bi bersivîne.    Aslan, derbarê mijarê de ev pirs ji Wezîr Soylu kirin: “    “- Gelo hûn derbarê kirîn, firotin û bikaranîna madeya hişbirinê ya li Şirnexê de xebatan bi rê dibin?   - Gelo hûn tedbîrên çawan li tax û navçeyên hişbir lê zêde tên firotin digirin?   - Danayên di salekê de kirîn û firotinên madeya hişbirê ya li Tirkiyeyê çiqasin?   - Di nava 5 salan de, darbarê kirîn û firotina madeya hişbirin, xebatên we yên astengkirin û kêmkirinê hene?   - Derbarê kirîn û firotina madeya hişbirinê ya li Cizîrê de danayên we hene?"