Tumuklu: Bikaranîna kîmyasalê ne îdia ye, rastî ye 2022-10-29 09:50:45   STENBOL - Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu diyar kir ku ji ber AKP li herêmê li pêş nakeve kîmyasalê bikar tîne û li ser sûc hatiye girtin û bikaranîna kîmyasalê ne îdia ye rastî ye.    Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî deverên Zap, Metîna û Avaşînê yên bi ser başûrê Kurdistanê ve 6 meh li pey xwe hiştin. Di van şeş mehî de bêhejmar êrişên bikaranîna çekên kîmyewî hatin kirin. Di êrişên çekên kîmyewî de herî kêm heta niha 44 endamên HPG û YJA-Starê jiyana xwe ji dest dan. Tevî ku dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî hatin belavkirin jî lê Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk û gelek rayedarên îktidarê îdia kirin ku çekên kîmyewî nehatine bikaranîn.    Li seranserî dinyayê bikaranîna çekên kîmyewî tê protestokirin û hêrsa gelê kurd û dostên wan didome. Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji ajansa me re axivî.    ‘TIRKIYEYÊ ENCAM NEGIRT’    Tumuklu diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî asta şer nîşan dide û got: “Tirkiye nikare li herêmê bi pêş ve biçe û nikare encamê bi dest bixe. Îktidar ango Tirkiye ji şer nikare encamê bigire. Ev ji bo Tirkiyeyê veguheriye pirsgirêka ‘beka’yê. Tirkiye dibîne ku têkçûn an paşvekişîna li wê derê wê hem ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê û hem jî ji aliyê kesên li derdorê tifaqa wan ve hilweşîneke bê veger çêbike. Hebûna xwe bi vî şerî ve girêda ye. Bi awayekî xwezayî vî şerî weke şerê jiyan û mirinê dibîne. Dixwazin bikaranîna çekên kîmyewî encamê bigirin û xwe wisa rizgar bikin.”    ‘TIFAQA MILLET JÎ ŞIRÎKÊ SÛC E’    Tumuklu anî ziman ku di serî de CHP û Tifaqa Millet jî şirîkê vî sûcî ye û got: “Çimkî ew jî heman tiştî difikirin. Yanî bekaya rejîmê di têkbirina têkoşîna azadiya kurd de dibînin. Îktidara AKP-MHP’ê jî dizanin ku wê têk biçin, vê carî serî li rêbaza çekên kîmyewî didin. Dixwazin rê li ber têkoşîna tevgera azadiya kurd bigirin.”    SIYASETA DURÛ    Tumuklu bal kişand ser bêdengiya sazî û dezgehên navnetewî ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û got: “Qada navnetewî siyasetek durû dike. Em bi siyasetek durû ya qada navnetewî re rûbirû ne.”    ‘BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ NE ÎDIA YE, RASTÎ YE’    Tumuklu destnîşan kir ku ew bi îktidarek ku li ser “sûc” hatiye girtin re rûbirû ne û wiha got: “Bikaranîna çekên kîmyewî ne îdia ye. Bûyerek rastî ye. Çimkî dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî hene. Yên ku bêjin ‘îdia’ ye, ew bi zimanên serdestan diaxivin e. Divê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û tevahiya şer têkoşînek bêrawestan bê kirin. Dixwazin li tevahiya herêmê zindiyan tune bikin. Heke em li dijî vê bêdeng bibin, tê wateya ku em serdestiyê qebûl dikin. Divê bêhêcet em li dijî vê rabin. Divê li dijî vê têkoşîn bê mezinkirin.”    MA / Rûkiye Adiguzel