Koç ê HDP’î: AKP bi bikaranîna çekên kîmyewî li ser sûc hate girtin 2022-11-01 11:36:20   ENQERE - Parlamenterê HDP’î Abdûllah Koç destnîşan kir ku AKP bi bikaranîna çekên kîmyewî li ser sûc hate girtin û got: “Desthilata AKP'ê û MHP’ê êdî winda kiriye.”   Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci, piştî şiroveyên xwe yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî derbarê wê de lêpirsînek bi lez û bez hate destpêkirin û pişt re hate binçavkirin û girtin. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan bi hedef nîşandana TTB’ê û Yekitiya Odeya Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB) ferman da dadgeriyê. Pişt re Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi daxwaza guhertina rêveberiya TTB’ê dozname amade kir. Piştî fermana Erdogan, Wezareta Dadê jî ji bo guhertina statuya kanûnî ya TTB’ê û TMMOB’ê dest bi amadehiyan kir.    Endamê Komîsyona Dadê yê Meclîsê û Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Agiriyê Abdûllah Koç derbarê bikaranîna çekên kîmyewî, girtina Fîncanci û hedefnîşandana TTB’ê û TMMOB’ê ji ajansa me re axivî.   MUDAXILEYA BOZDAG A DADGERIYÊ   Koç, destnîşan kir ku axaftina Fîncanci di çarçoveya azadiya ramanê ya xala 25’emîn a Destûra Bingehîn de ye û anî ziman ku hem peymanên navneteweyî û hem jî biryarên Dadgeha Destûra Bîngehîn hene. Koç, diyar kir ku li gel van tiştan Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag mudaxileyê dadgeriyê kir û wiha axivî: “Gelek nîşaneyên bi vî rengî hene û êdî êrişî saziyan dikin. Berî niha êrişî baroyan û sendîkayan dikirin. Îhtîmala dijberiya desthilatê ya kîjan saziyê hebe, di hedefa desthîlatê de ye.”   ‘ARMANC MEHANDINA CIVAKÊ YE’   Di berdewama axaftina xwe de Koç diyar kir ku mijara bikaranîna çekên kîmyewî divê bê lêkolînkirin lê belê şûna vê yekê, rêxistinên saziyên ked û pîşeyî tên hedefgirtin. Koç, anî ziman ku hewldana AKP’ê ew e ku vegere pêvajoya di navbera 7’ê hezîran û 1’ê mijdarê de û wiha pê de çû: “Dengên AKP’ê dihelin. Civak bi destê darazê tê tengijandin û mehandin. Bi vî halê xwe amadehiya avakirina pêvajoya beriya 1’ê mijdarê heye.”    ‘AKP LI SER SÛC HATE GIRTIN’    Koç, destnîşan kir ku AKP bi bikaranîna çekên kîmyewî li ser sûc hate girtin û got: “Dîmen hene, divê ev yek li gor peymanên navneteweyî û Danezana Mafê Mirovan bê lêkolînkirin. AKP li gel zagonên xwe, li gorî peymanên navneteweyî jî tevnagere. Daraza ku di destê AKP’ê de bûye weke amûr heye û Zagona Têkoşîna Li Dijî Terorê (TMK) jî destê darazê xurt dike. Azadiya mirovan sînordar dikin. Herî dawî mamoste Şebnem û nûçegihanên JINNEWS’ê û Ajansa Mezopotamyayê jî hatin girtin. Dixwazin civakeke bêdeng ava bikin.”     BANG LI MÛXALEFETÊ KIR   Di dawiya axaftina xwe de Koç bang li partiyên muxalefetê kir û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Mûxalefeta heyî jî ketiye pey Erdogan û Bahçelî. Ev sekna wan ji bo Tirkiyeyê ne çareserî ye. Ger ku binpêkirineke li dijî Danezana Mafê Mirovan a Gerdûnî hebe û civak bê tengijandin divê muxalefet li dijî vê yekê deng derbixe. Pirsgirêka dilsoj a kurd heye. Kîjan partî bi hesaba ku ez ji vê mijarê dûr bim dê ji bo min baştir be hebe, dê Tirkiyeyê ber bi bêçareseriyê ve bibe. Divê her kes li dijî van neheqî, bêhiqûqî û êrişên azadiyan dengê xwe bilind bike.”