Gunay: Pirsgirêka me ne bi komarê re lê bi karektera wê ya yekperest re ye 2022-11-03 13:21:23   ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku demokratîkkirina komarê yek ji armanc û stratejiya partiya wan e û wiha got: “Pirsgirêka me ne bi komarê re lê bi karektera wê ya yekperest re heye.”    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan duh di civîna koma partiya xwe de bal kişandibû ser sala sedemîn a komarê û ji ber axaftina xwe hedef hatibû nîşandan. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay têkildarî hedefgirtina Buldan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Gunay, da zanîn ku Buldan bal kişandiye ser polîtîkayên înkar û tunehesibandinê yên dewletê ku di pêvajoya heta niha de rê li ber birîn û krîzên mezin ên civakî vekiriye û diyar kiriye ku yek ji pirsgirêkên herî mezin ên li pêşiya nedemokratîkbûna komarê jî pirsgirêka kurd e.    DEMOKRATÎKKIRINA KOMARÊ   Bi domdarî Gunay di daxuyaniya xwe ya bi sernavê “pirsgirêka me ne bi komarê re lê bi karektera wê ya înkarger û dij demokratîk re heye” wiha got: “Hevseroka me ya Giştî di axaftina xwe de got; rêya rizgariya ji krîzên heyî demokratîkkirina komarê ye û ji bo vê jî hewcehî bi avakirina koalîsyonê heye. Her wiha banga demokrasiya lezgîn, edaleta lezgîn kiriye. Avakirina komara demokratîk, yek ji armanc û stratejiyên bingehîn a HDP’ê ye. Sedema hebûna wê ye. HDP ku ji bo demokratîkkirina komarê têkoşîneke mezin dide û ji bo vê bedel dide. Lewma jî îdiaya ku HDP li dijî fikra komarê û modêla wê ye, îdiayeke vala ye. Rexneya bingehîn a HDP’ê, li dijî polîtîkayên cihêkar û yekperest e.    Di nava axaftina hevseroka me de gotineke weke ‘Komar, projeyeke rûxandinê ye’ derbas nebûye. Tevî vê yekê jî hinek derdoran weke ku gotineke wisa hatibe kirin, bi niyeteke xerab kampanya daye destpêkirin. Em baş bi armanc û inyeta van derdoran dizanin. Ev ew kes in ku ji demokratîkbûna komarê, ji banga komara demokratîk a HDP’ê, ji piranîparêzî, aştiya civakî û wekheviya hemwelatiyan ditirsin û yekperestiyê diparêzin.    FIKRIYATA DEMOKRASIYÊ YA HDP’Ê   Beşekê muxalefeta siyasî jî bêyî ku bi ser mijarê bigihe, bêyî ku guhdar bikin û lêkolînê bikin, li ser medyaya civakî ketin xefika van derdoran û bûne parçeyeke vê kampanyaya lînçkirinê. Em li vir dibêjin ku gotinên ku hevseroka me ya giştî û partiya me hedef digirin, weke inyeteke baş û nêzikatiyeke jidil nabînin. Divê raya giştî ya demokratîk jî baş bizane ku em ê dev ji nêrîna xwe ya ku divê komar bi demokrasî, edalet û aştiyê bê xurtkirin bernedin û têkoşîna xwe bidomînin.”