Zengîn a AKP’î di mijara girtiyên nexweş de li xwe mikur hat 2022-12-09 13:42:07   ENQERE - Ozlem Zengîn a AKP’î li Lijneya Giştî ya Meclîsê axivî û li ser anîna rojevê ya terkkirina mirinê ya girtiyên nexweş a HDP’ê got: “Gelo Aysel Tûglûk ji girtîgehê derneket? Derket. Me ji bo ji mafên xwe yên qanûnê sûdê bigire hewl da.”   Di dema hevdîtinên li ser budçeyên Wezareta Çand û Tûrîzmê û Wezareta Kar û Ewlekariya Civakî ya li Lijneya Giştî ya Meclîsê de, Cîgira Seroka Koma AKP'ê Ozlem Zengîn têkildarî girtiyên nexweş li xwe mikur hat. Piştî ku axaftinên partiyan û wezîran bi dawî bûn, Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş ji Wezîrê Çand û Tûrîzmê Mehmet Nûrî Ersoy re wiha got: “Divê Girtîgeha Hejmara 5’an a Amedê şûna ‘navenda çand û muzeyê’ bibe ‘Navenda Îşkence û Şermê’.”   Ozlem Zengîn a AKP’î jî li dijî vê pêşniyara Beştaşê mafê axaftinê girtin û wiha got: “Em ne sedemê wê derê ne, em ne sedemê Girtîgeha Amedê ne.”    ‘WE HER DER VEGUHERAND GIRTÎGEHA AMEDÊ’    Beştaş, a careke din mafê axaftinê girt, wiha got: “Hûn ne sedemê Girtîgeha Amedê ne lê we her der veguherand Girtîgeha Amedê. Niha hemû girtîgehên li Tirkiyeyê veguherîne navenda îşkenceyê. Îro her roj ji girtîgehan cenaze derdikevin. Di lêpirsîna Garîbe Gezer de hêj tu encam derneketine, ya rastî biryara ne şopandinê hate dayîn. Tu gotinên em têkildarî girtiyên nexweş de dibêjin nayê guhdarkirin û her roj ji girtîgehan cenaze derdikevin. Em ji vê re çi dî bibêjin nizanim.”   AYSEL TÛGLÛK DERNEKET?   Zengîn a AKP’î bersiva rexneya têkildarî girtiyên nexweş da û wiha got: “Aysel Tûglûk ji girtîgehê derneket? Derket. Ji bo ku ji mafê xwe yê qanûnî sûdê bigire em ketin nav hewldanan.”   BEŞTAŞ: EV NE QENCIYEKE   Beştaş a bertek nîşanî Zengînê da ev tişt gotin: “Ji ber jiyana wê ya taybet e ez naxwazim bêjim lê Aysel Tûglûk li noxteyeke jê veneger e. Di sînorê dawî de hate berdan ev ne qenciyeke. Ez mineteke wisa qebûl nakim. Kesên Aysel Tûglûk anîn vê astê desthilat e. Aysel Tûglûk ji ber sedemên siyasî hate girtin, dîl hate girtin.”