‘Wezerata Ragihandinê serokatiya dezenformasyonê ye’ 2022-12-13 13:58:23   ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan da zanîn ku Wezareta Ragihandinê weke serokatiya dezenformasyonê pênase kir.    Di tura 8’an Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2023’yan de ku li Lijneya Giştî ya Meclisê tê dîtin, têkildarî budçeyên saziyên girêdayî Serokkomariyê hevdîtin hatin kirin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Garo Paylan, têkildarî qanûna dezenformasyonê axivî.    WEZARETA PROPAGANDAYÊ    Paylan, da zanîn ku Wezareta Ragihandinê, serokatiya propagandayê ya rejîma yekzilam e û ev tişt anî ziman: “Mebesta wê jî tekperestî ye. Fahrettîn Altun li serê wê hat tayînkirin û armanca wî ew e ku yekdengîtiyê ava bike û hemû dengên li dijî vê jî krîmînalîze bike. Di romana George Orwell de pênaseya serokatiya heqîqetê hatibû kirin. Wezareteke tam li gorî wê romanê hatiye damezirandin. Fahrettîn Altun hemû agahiyên ne li gorî wê rastiyê weke dezenformasyan qebûl dike. Wezareta Ragihandinê, wezareta dezenformasyonê ye. Civakê dabeş dikin û di vê wateyê de dabeşkar in. Ji bilî Tifaqa Cumhur, tu partiyên siyasî û fikran qebûl nake. Pêdiviya wan bi dijminan heye û yên ku weke dijmin dibîne, krîmînalîze dike.”