Eksîk: Li Îmraliyê rêbaza îşkenceyê ya herî xedar di meriyetê de ye 2022-12-15 11:32:26   ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Habîp Eksîk diyar kir ku bi sedan sala ye îşkence li dijî kurdan weke rêbazek tê bikaranîn û wiha got: “Li Girtîgeha Îmraliyê rêbaza îşkenceyê ya herî xedar di meriyetê de ye.”    Sepanên îşkenceyê ku di her serdemê de di rojeva Tirkiyeyê de ne, di 20 salên îktîdara AKP’ê de ku digot; “tu rê ji îşkenceyê re nayên dayîn”, ji jêrzemînên emniyetê belavî kolanan bû. Ji îşkencekirina şêniyên gundê Şapatanê heta yên Xirabê Bavayê, ji îşkencekirina 38 kesên li baxçeyê qereqola Xelfetî ya Rihayê heta îşkencekirina bi kûçikan a Rojbîn Çetîn a li Amedê û îşkencekirina Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Îdirê Habîp Eksîk ku di 9’ê cotmehê di dema çalakiya protestokirina tecrîda li Îmraliyê ya li Gever a Colemêrgê de lingê wî hate şikandin, rêbazên îşkenceyê her ku çû zêdetir bûn. Lingê Eksîk ji sê cihan re hate şikandin û li hemberî vê îşkenceyê Serokê Meclisê Mûstafa Şentop hêj jî tiştek negotiye. Di rewşeke wiha de ku îşkence li naverasta kolanan tê kirin, Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag, Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu û herî dawî Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay îdia kirin ku li Tirkiyeyê îşkence nîne û standartên demokrasiyê pir bilind in.    Piştî îşkenceya li Eksîk hatiye kirin, Walîtiya Colemêrgê bi daxuyaniyekê îdia kir ku Eksîk “xwe avêtiye erdê.” Soylu jî di Lijneya Giştî de îdiayeke wiha ya sosret kir: “HDP’iyan lingê wî şikand.”    ÎŞKENCEYA SÎSTEMATÎK A LI DIJÎ KURDAN    Eksîk ku zêdetirî 2 meh in tedawiya wî didome, hate Meclisê û di Lijneya Giştî de axivî. Eksîk, bi ajansa me re axivî û diyar kir ku îşkenceya li wî hatiye kirin, weke rêbazek ev bi sedan sala ye bi awayekî sîstematîk li dijî kurdan di meriyetê de ye. Bi domdarî Eksîk ev tişt anî ziman: “Hemû îktîdarên di dîroka Komara Tirkiyeyê de bi awayekî sîstematîk îşkence li kurdan kir. Di bingeha van êrişan de jî ev zîhniyet heye. Em wê rojê li dijî tecrîd, xespkirina mafan û bi daxwaza edalet, azadî û wekheviyê li qadê bûn. Bi êrişa li dijî me re nîşan dan bê ka îktîdar xwe li vê erdnîgariyê çawa bicih dikin. Mirov ne li bendê ye ku îktîdareke ev êriş pêk anî, destûr dayî û weke polîtîkayekê xistiye meriyetê helwestekî cuda nîşan bide.”    BI TU AWAYÎ RÊ NADIN ÎŞKENCEYÊ!    Bi domdarî Eksî got ku îdiaya “bi tu awayî rê nadin îşkenceyê” rast nîne û wiha got: “Li gel ku bi ser îşkenceya li min hatiye kirin re duh meh derbas bûn, derheqê berpirsyaran de tu lêpirsîn nehatin destpêkirin. Îşkence, tenê bi îşkencekirina gel a li nava kolanan bisînor nîne. Bi awayekî sîstematîk astengkirina çalakiyên demokratîk, binçavkirina wan a di her çalakî û xwepêşandanan de, derbkirina wan û hwd. yek bi yek rêbazên îşkenceyê ne. Veşartina rastiyan ji hêla medyaya hawîz ve jî rêbazekî îşkenceyê ye. Dorpêçkirina girtîgehan bi rêya tecrîdê jî rêbazekî îşkenceyê ye. Îro li Girtîgeha Îmraliyê li ser birêz Abdullah Ocalan rêbaza îşkenceyê ya herî xedar di meriyetê de ye. Sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin. Girtiyên nexweş terkî mirinê dikin û ev asta herî jor a îşkenceyê ye. Ev îktîdara xedar di her qadên jiyanê de îşkenceyê dike.”    ‘EV LÛTKEYA ÎŞKENCEYÊ YE’    Di berdewamê de Eksîk got ku “Ev lûtkeya îşkenceyê ye” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îşkenceyên herî hovane li gelê kurd tên kirin. Lê em ê tenê gavekê jî paşve neavêjin. Heta niha tu îktîdarên ku zilm kirin û di polîtîkayên şer de israr kirin bi ser neketine û çûne sergoya dîrokê. Dê di hilbijartina pêş de gelê me hesaba van bêhiqûqiyan ji îktîdarê bipirse. Gotina ‘rê nadin îşkenceyê’ derew e. Mîna daneyên TUÎK’ê ew jî derew e. Li gel ku hemû nîşaneyên êrişa Taksîmê diyar dikir ku OSO’yê pêk aniye jî wezîrê karên hundir got; ‘YPG’ê kiriye.’ Ev îktîdar xwe bi derewna xweyî dike.”    ‘JI BO GELÊ ME BERPIRSYARIYÊN ME HENE’    Eksîk, got ku ew li ser pêyan e û wiha bi dawî kir: “Em ê têkoşîna xwe ya demokrasî û edaletê bidomînin. Ji bo ku tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê li her deverê bibêjin ku ev tecrîd derhiqûqî ye û îşkenceyeke dermirovî ye. Çi dikin bila bikin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji ber ku me soz daye gelê xwe, Emîne Şenyaşar, malbata Dedeogûllari, malbata Denîz Poyraz, malbatên Roboskê û malbatên kesên di jêrzemînên Cizîrê de hatine şewitandin. Em ê têkoşîna xwe bi tu awayî nîvco nehêlin.”    MA / Ozgur Paksoy