Dixwazin hejmara kursiyên HDP’ê ji yên MHP’ê kêmtir bikin 2018-03-28 10:51:57   ENQERE – Der barê parlamenterên HDP’ê ji ber dozên hatine vekirin bi biryarên didin yek bi yek wekîliya wan dixînin. Nîqaşa “Dixwazin bi xistina wekîlên HDP’ê, hejmara wan ji parlamenterên MHP’ê kêmtir bibin” bi xwe re anî.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di hilijbirtinên 1’ê mijdara 2015’an de 59 parlamenter derxist û mafê wan ê temsîliya li Meclîsê çêbû. Di salekê de 9 parlamenterên HDP’ê wekîliya wan hat xistin. Hejmara wekîlên HDP’ê daket 50 kesî. Serê ewilî wekîltiya Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya serdema berê niha Fîgen Yuksekdag xistin. Pişt re jî wekîliya Nursel Aydogan, Tugba Hezer Ozturk, Faysal Sariyildiz, Besîme Konca, Ferhat Encu, Îbrahîm Ayhan û Ahmet Yildirim hat xistin.    ARMANC EW E KU HEJMARA HDP’Ê BIXIN PIŞT A MHP’Ê   Pêvajoya darazê ya gelek wekîlên HDP’ê dewam dike. Gelek wekîlên HDP’ê li dadgehên herêmî tên darizandin û heke biryara cezakirinê derkeve tê fikirandin wekîltiya wan bê xistin.    Bi xistina wekîltiya HDP’iyan dixwazin hejmara wan kêm bikin. Her wiha nîqaşa “Dixwazin bi xistina wekîlên HDP’ê, hejmara wan ji parlamenterên MHP’ê kêmtir bibin” bi xwe re anî. Partiya çeremîn a Meclîsê MHP ku niha bûye şîrîkê AKP’ê û li ser tifaqê li hev kirine 36 sandaleyeyên wan li Meclîsê hene.  Ji bo hejmara HDP’ê ji ya MHP’ê kêmtir bikin, bi xistina 14 wekîlên HPD’ê re dê hejmara wan bixin pişt ên MHP’ê.    DIBE KU WEKÎLTIYA BAYDEMÎR Û IRMAK BÊ XISTIN    Dadgehên herêmî ji 27’ê adarê ve ceza dan 12 HDP’iyan. Ji van wekîlan cezayê Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr ê salek 5 meh û 15 roj û cezayê Wekîla Colemêrgê Selma Irmak jî du sal û nîv ji aliyê dadgehên îstînafê ve hatin erêkirin. Teqezbûna cezayê her du wekîlan jî dê ji bo wekîliya wan bê xistin, di hefteyên pêşiya me de li meclîsê bê nîqaşkirin.    Li gel van her du navan, 18 sal ceza li Lezgîn Botan, 2 sal û 6 meh ceza li Dîlek Ocalan, 16 sal û 8 meh ceza li Îdrîs Baluken, 7 sal û 6 meh ceza li Çaglar Demîrel, 8 sal mehek û 15 roj ceza li Abdullah Zeydan, 6 sal ceza li Burcu Çelîk, salek û 9 meh ceza li Leyla Bîrlîk, û 5 sal ceza li Behçet Yildirim hatiye birîn. Heke ku pêvajoya îstînafê temam bibe û ev ceza bên erêkirin wekîlên navê wan bûye mijara gotinê dê wekîliya wan bê xistin. Du sal cezayê Altan Tan û 11 meh û 20 roj cezayê Ziya Pîr jî ku li wan hat birîn, taloqkirin.    Gelek dozên wekîlên HDP’ê li dadgehên herêmî didomin û danişînên biryarê yên gelek wekîlan di demek nêz de bê dîtin. Muhtemela cezakirina wekîlên HDP’ê ji 10 kesî bêtir tê axaftin. Li gorî vê rewşê dê hejmara wekîlên HDP’ê ji MHP’ê kêmtir bibin.    DÊ RAYEDARIYA HDP’Ê YA LI MECLÎSÊ XESP BIKIN    Heke ku hejmara wekîlên HDP’ê ji ya MHP’ê kêmtir bibe, dê sifata partiya sêyemîn a mezin jî bidin HDP’ê û her wiha îhtîmal heye ku Wekîliya Serokatiya Meclîsê jî dê ji HDP’ê bistînin û bidin MHP’ê. Di heman demê de stendina endamê Lîjneya Bilind a Televîzyon û Radyo (RTUK) ji HDP’ê bidin MHP’ê di rojevê de ye.    MA / Hayrî Demîr