Li Edeneyê amadekariyên mîtîngê didomin 2022-12-21 14:45:12   EDENE - Rêxistina HDP’a Edeneyê ji bo mîtînga “Ji Şer û Xizaniyê re na” ku dê di 24’ê kanûnê de were lidarxistin amadekariyên xwe didomîne.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê dê di 24’ê kanûnê de saet di 14.00’an de li Qada Ûgûr Mûmcû bi dirûşmeya “Ji şer û xizaniyê re na” mîtîngekê li dar bixe. Mîtînga ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk tev li dibe wê hunermend Cevdet Bagca û Hozan Mertal jî derkevin ser dikê.    VEXWENDIN MITÎNGÊ    HDP’î kolan bi kolan, tax bi tax xebatên xwe yên mîtîngê didomînin. Endamên HDP’ê bi parlamenterên HDP’ê Fatma Kûrtûlan, Ayşe Surucu, Tulay Hatîmogûllari û Kemal Pekoz re li bazarên semtê yên li navçeyên Seyhan û Yuregîra Edeneyê ji bo mîtîngê belavokên bangê belavkirin. Di xebatên li gel erbaneyan hatin kirin de HDP’iyan welatî vexwendin mîtîngê.