Bûldan û Sancar: Sala 2023 dê bibe sala bihara gelan 2022-12-31 10:44:14 ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar peyama sersalê weşandin û diyar kirin ku wê tariya heyî bi têkoşîna hevpar a gelan ji holê rabe û gotin: “Sala 2023 ji bo gelên Tirkiyeyê dê bibe sala biharê: Sala me ya nû pîroz be.”  Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar ji bo sersalê peyamek weşandin.    Peyama hevserokan wiha ye:    “Li dijî şer û kuştinên ku li cîhanê û li welatê me zêde dibe, li dijî birçîbûn û xizaniyê, li dijî faşîzmê û bêhiqûqiyê, li dijî tarîtiya ku kûrtir dibe em bihêvî ne, ji bo guherînê em bibawer in. Ji sala 2023 û pê de ji xeynî azadî, aştî, demokrasî û edaletê tu rêyeke din ji bo gelên Tirkiyeyê nîne. Gelên Tirkiyeyê dê bi hev re tarîtiyê têk bibin. Ev tarîtî hew bi têkoşîna hevpar a gelên Tirkiyeyê dê belav bibe, bi têkoşîna hevpar em ê bigihîjin aştî, azadî, demokrasî û bihareke rengîn.     Pir hindik maye ku ev rejîma xerabiyê bê guhertin. Sala 2023 ji bo gelên Tirkiyeyê dê bibe sala biharê. Bi vê hêvî û baweriyê em sala nû ya gelên xwe pîroz dikin!   Serê salê pîroz be!”