Beştaş: Îktidarê ji zû ve hilbijartinê winda kiriye 2023-01-04 15:56:09 ENQERE - Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku îktidar bi dozên sîparîşkirî yên siyasî dê di hilbijartinê de bi ser nekeve û got: “We ji zû ve vê hilbijartinê winda kiriye.”  Wekîla Seroka Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û geşedanên di rojevê de nirxand.    ‘ÎKTIDAR KRÎZÊ JI NEDÎTÎ VE TÊ’    Beştaş destnîşan kir ku îktidara AKP-MHP’ê pirsgirêkan çareser nake û wiha got: “Derd û kulê îktidarê helbet ne teqawid, karmend û ne jî karker û cotkar in. Naxwaze pirsgirêkên beşên civakî çareser bike. Vana ne bihayên mast û goşt û meqarna nizanin. Jixwe ku dizanibin wê nikaribin zimanek wisa biaxivin. Ji krîzên diqewimin çend mînakan bidim, di xwegihandina derman de krîzek cidî diqewime. Derman li dermanxaneyan nemane. Nexweşî tên teşhîskirin lê dermanê ku wê tedawî bikin tune ne. Di vî warî de pirgirêkên pir cidî hene. Di sektora tenduristiyê de krîzên mezin diqewimin. Xelk salek şûn ve dikare randevu bigire. Xelkê me nikare xwe germ bike, nikarin kelûpelan bikirin. Mitbex, sarinc vala ne. Lê ew hê jî krîza aborî ji nedîtî ve tên. Tabloya AKP’ê vaye li ber çavê me ye. Wek çareseriyê danaynin pêşiya xwe. Ev tiştên ku tên biharkirin berîka xelkê şewitandine. Tu bendewariyek xelkê ji we nemaye.”    ‘50 MILYON ÎNSAN BIRÇÎ YE’    Beştaş bal kişand ser feqîriyê û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê 50 milyon însan di bin sinorê birçîbûnê de ye. Vê tabloyê ango hejmarê ji nedîtî ve tên. Her kes êdî bi wan hesiyaye û bi wan dizane.”    ‘BIRYARÊN DARAZÊ SIYASÎ NE’   Beştaş anî ziman ku darbeyên darazê li dijî HDP, muxalîfan û hemû kesên li ber vê îktidarê serî radikin û gotinek jê re dibêjin berdewam dike û wiha pêde çû: “Siyaseta wan nemaye. Şebnem Korûr Fîncanci, Doza Geziyê, Doza Kobanê ya Kûmpaw, Doza Îmamoglû vaye mînaka darbeyên wan e. Êdî bi sîparîşên siyasî biryaran digirin. Belê, di siyasetê de sîparîş didin. Dibêjin, ‘ceza bidin Ekrem Îmamoglû’. Sedemê cezakirinê çi ye? Gotiye, ‘ehmeq’. Li dinyayê û Tirkiyeyê herî zêde siyasetmedar gotina ‘ehmeq’ tîne ziman û bi vê peyvê rexne dike. Gelo matmayî dihêle, lê ez ne bawerim. Hûn çawa ceza didin vê gotinê. Feraseta DMME’yê, Dadgeha Bilind li holê ye. Lê belê li gorî fermana siyasî tevdigerin. Şebnem Korûr Fîncanci têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ku pisporiya vê yekê dike, rabûn ji ber nirxandinê wê girtin. Du sê danişînin hê jî wê bernedane. Çimkî kampanya lîncê hat destpêkirin û ji bo Şebnem Korûr Fîncanci bê cezakirin, ferman dan darazê. Dîsa Doza Geziyê jî tê zanîn. Bi cezakirina van dozan dixwazin xelkê bitirsînin.    DADGERAN DIAJON QADÊ    Niha jî em behsa Doza Kobanê bikin. Îktidaek ku ji hakemtiya miletê ditirse heye. Çimka ditirsin, çimkî êdî dizanin ku xelk ji wan bawer nake. Ew jî êdî ji xelkê bawer nakin. Di ferqa îtîrazên xelkê de ne. Lewma çi dikin, radibin dadger û dozgerên di bin fermana xwe de diajon qadê. Û dibêjin ‘cezayê hûn dixwazin bidin’. Helbet wê daraz jî winda bike. Tenê wê ne îktidar têk biçe, wê daraz jî baş dizane ku ew ê têk biçin û li ser wan meqaman nemînin. Em li vir qala wan dadger û dozgerên bi fermana îktidarê dixebitin dikin.”     ‘BERIYA HILBIJARTINÊ DIXWAZIN BIRYAR BIDIN’    Beştaş destnîşan kir ku daraz dixwaze bi fermana îktidarê beriya hilbijartinê derbarê Doza Kobanê de biryar bide û got: “Rantxwir, dizek, mafya, kujerên jinan, kujerên kurdan, kujerên komkujiyan serbest in, lê Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Şebnem Korûr Fîncanci, Osman Kaval, Gultan Kişanak, Îdrîs Balûken û bi sedan siyasetmedarên din, rojnamevan, akademisyen tên darizandin û girtî ne. Hefteyek berê jî Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir hat girtin. Helbet AKP-MHP beriya hilbijartinê operasyonan bi rê ve dibe. Ev operasyonên hilbijartinê ne. A rast nehewce ye meriv viya bêje jî çimkî her kes bi van operasyonan û darizandinan dizane. Îktidara AKP-MHP’ê ya têkçûyî dixwaze bi operasyonan rikberên xwe yên siyasetê bi girtinê têk bibe. Serî li her cûre hîle û rêbazên pûçbûyî dixin. AKP-MHP li ser rêça cemaetê dimeşe. Dixwazin xwe bi van operasyon û dozên kumpasan li ser pêya bigirin. Gotina me ya dawî ev e; hûn nikarin bi dozên sîparîşên siyasî, cezayan di hilbijartinê de bi ser bikevin. We vê hilbijartinê ji zû ve winda kiriye. Û ev têkçûn ango windakirina we ewqas bi lez e, çimkî hûn xeletiyan dikin.”