Tifaqa Ked û Azadiyê: Em nêzî vebijêrka namzetê hevpar in 2023-01-06 11:34:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Tifaqa Ked û Azadiyê banga beşdariya mitînga dê di 15’ê çile de li Stenbolê li dar bixe kir û got: “Em radigihînin ku di hilbijartina Serokkomariyê de di pêvajoya diyarkirina namzetê me de em nêzî namzetê hevpar in ku li gorî rêgezên me be û bi mutabakatê hatibe diyarkirin.”   Hevserok, serok û berdevkên pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê duh li otêlek Taksîma Stenbolê civiya bûn. Pêkhateyên Tifaqê têkildarî civînê daxuyaniya bi sernavê, “Em dibêjin vaye meydan: Em ê sala 2023’yan veguherînin sala guhertina siyasî” weşand.    Daxuyaniya pêkhateyên Tifaqê wiha ye:    “Karkerên hewl didin bi pereyên xwe li hev bikin, jinên ku li dijî zext û şîdetê derdikevin, ciwanên ku ji bo siberoja azad xeyal dikin, hemû nasnameyên ji bo azadiyê têdikoşin, elewiyên ku hemwelatiya wekhev dixwazin, kurdên ji bo demokrasî û wekheviyê têdikoşin; têkoşîna hemû gelên bindest têkoşîna me ye, daxwazên wan daxwazên me ne. Ev êriş li dijî tevahî civak, demokrasî, azadiyan û me ne. Em dizanin ku bi têkoşîneke hevpar em dikarin van êrişan rawestînin. Em bi xwe, bi ezmûna xwe ya têkoşînê, bi mîrateya xwe ya dîrokî, bi daxwaza gelê xwe ya guhertinê bawer in. Em bi berpirsyariya xwe ya ji bo rizgarkirina Tirkiyeyê ji rejîma yek zilamî ya zordar dizanin û bi biryar in ku wê biguherînin.    ZEXTÊN LI SER HDP’Ê Û DBP’Ê    Tirkiye di nava şert û mercên ku rastî ji holê rakirina demokrasî, hiqûq, maf û azadiyan tê, dikeve yek ji hilbijartinên herî girîng ên dîroka xwe. Zextên li ser siyaseta demokratîk her ku diçe zêde dibin. Ligel muxalefeta 7 endaman ku di nav wan de serokê Dadgeha Destûra Bingehîn a ji 15 kesan pêk tê jî, beriya dadgehkirina HDP'ê ku partiya herî mezin a 3'yemîn a Meclisê ye û dengên zêdeyî 6,5 mîlyon welatiyan bi dest xistibû, hesabên demkî hatin astengkirin, hesabên siyasî, beriya hilbijartinê anîn qonaxa biryarê. Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk Keskîn Bayindir, endam û rêveberên wê bi awayekî derqanûnî hatin girtin. Desteserkirina qeyûman a li dijî şaredariyên HDP’ê dewam dike. Amadekariyên ji bo desteserkirina Şaredariya Stenbolê ya bi qeyûm, piştî şaredariyên HDP'ê bi qedexekirina siyasî ya Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû dewam dikin. Bi binçavkirin, girtin, êriş, sansûr û cezayên pereyan re hewl tê dayîn hemû mekanîzmayên îtîrazê yên civakê bên felckirin û çapemeniya azad nikaribe bixebite. Weke ku di doza komploya Kobanê de, cezayên di doza Geziyê de, qedexeyên grevê û biryara Şûraya Dewletê ya derketina ji Peymana Stenbolê erê kir, daraz ji aliyê îktidarê ve weke amûreke siyasî tê bikaranîn.   Çend sermayedar û elîta serdest qezencê li qazancên xwe zêde dikin, nanê me her roj biçûktir dibe. Piştî karker û kedkaran, kesên teqawîtbûyî jî mehkûmî birçîbûnê hatin kirin.    EM RÊ NEDIN BÊHIVIYÊ    Weke Tifaqa Ked û Azadiyê, em îradeya xwe nîşan didin ku em ê bibin hêza ku vê pêvajoyê biguherîne û hemû êrişên li ser mafên me yên ku me bi diran û neynûkên xwe bi dest xistine, li ber xwe bide.   Em careke din diyar dikin ku ji bo parastina kursiyê xwe bi hemû beşên ku ji aliyê îktidarê ve hatine hedefgirtin, em di nava têkoşîneke mil bi mil de ne. Em bang li hemû hêzên muxalefeta civakî dikin ku nakokiyan bidin aliyekî û li dijî zilm û zordariya desthilatdariyê, xizanî û bêsiberojê bibin yekane deng. Cihê bêhêvîtiyê nemaye. Têkoşîna bi israr û mezin a endamên EYT’ê encam da. Xebatkarên Beakeart bi grevê defakto qedexe şikandin, rê li ber têkoşînê vekirin. Kampanyaya ‘ji bo her zarokî xwarinek bêpere, xwarina bi tendurist’ ku jinan li seranserê welêt pêk anî, her çend bi destkeftiyên kêm be jî, encamek derxist. Em bi çalakiyên hevpar ên karkerên Saya ya Edeneyê û karkerên Dîlokê, karkerên herêmî û penaber ên bi daxwaza zêdekirina meaş ketin sala nû.    MITÎNGA EWIL DI 15’Ê ÇILE DE YE    Weke Tifaqa Ked û Azadiyê em 15’ê çile roja yekşemê li Qada Kartal a Stenbolê bi dirûşma ‘Em ji xizanî, şer û zilmê re bêjin bes e’ yekemîn mîtînga xwe ya hevpar li dar dixin. Em ê bi vê mîtîngê ji rejîma yek zilamî ya dijminê gel û vê fermana bêhiqûqî re bi dirûşma ‘Em bi hev re biguherînin’ biqîrin. Bi beşdariya bi deh hezaran em ê daxwazên bi milyonan biqîrin. Em bang li hemû hêzên muxalefeta civakî dikin ku bi hev re vî dengî bilind bikin û mîtînga 2023’yan veguherînin şahiya guhertina siyasî.   EM NÊZÎ VEBIJÊRKA NAMZETÊ HEVPAR IN    Di civîna xwe de me nirxandinên berfireh li ser hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê yên ku dê îsal were lidarxistin, kirin. Me rê û rêbazên muhtemel, amadekarî û tevgerên xwe yên ji bo rizgarkirina Tirkiyeyê ji rejîma yek zilamî û di serdema nû de ji bo temsîliyeta herî xurt a hêzên ku ked û azadiyan diparêzin, nirxand. Geşedan veguherînek demokratîk a radîkal li ser Tirkiyeyê ferz dike. Em weke tifaq di vê mijarê de bi berpirsyariya xwe ya dîrokî dizanin û ji her demê bêhtir bi biryar in ku ji bo Tirkiyeyê ji şert û mercên heyî rizgar bikin hemû berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Di pêvajoya diyarkirina namzetê xwe yê di hilbijartina Serokkomariyê de, em radigihînin ku em zêdetir nêzî vebijêrka namzetê hevpar in ku li gorî prensîbên me ye û bi lihevkirinê hatiye diyarkirin. Em bang li hemû hêzên civakî, bi taybetî jî mûxalefet ên ku guhertinê dixwazin û li hemberî civakê berpirsyar in, dikin ku bi cesaret bin û weke pêwîstiya vê berpirsyariya dîrokî bi awayekî vekirî û zelal berpirsyariyên xwe bi cih bînin.   Senaryoyên girtina partiyan, qedexeyên siyasî, nîşaneyên tund, binpêkirin û geşedanên li ser îhtîmala binpêkirina destûra bingehîn derbarê namzediya serokomariyê de nîşan dide ku tê xwestin Tirkiye ne tenê bi zext û êrişan ber bi hilbijartinan ve bibe, her wiha di hawîrdoreke mezin de jî bi rê ve bibe. Bi vê munasebetê em careke din diqîrin, Doza girtina HDP'ê ya ku tê wateya destwerdana li îradeya gel û hilbijartinan, bê rakirin, careke din neyê vekirin, her cure qedexeyên siyasî û pêkanînên qeyûman bi dawî bibin.    JI BO EWLEHIYA HILBIJARTINÊ SEFERBERΠ   Tifaqa Ked û Azadiyê ne tenê pêkhateyên xwe, ji bo ewlehiya hilbijartinê ji bo çalakiyên hevpar bi hemû sazî û rêxistinên demokratîk re amade ye. Em dibînin ku heta niha di vî warî de gavên erênî hatine avêtin û ji bo ku îradeya gel bi temamî di sindoqan de cih bigire, tedbîrên pêwîst têne girtin û em vê yekê pêşwazî dikin. Divê hemû gelê me di nava ewlehiya hilbijartinê de cih bigire û ji niha ve seferber bibe. Xebatên hevpar û civînên gel ên li gelek bajaran bi taybetî li Enqere, Îzmîr, Edene, Stenbol û Dêrsimê pêk tên, potansiyela Tifaqa Ked û Azadiyê, bawerî û bendewariya gelê me nîşan dide. Yek ji erkên me yên siyasî yên herî bingehîn jî afirandina potansiyela siyasî û civakî ye. Li ser navê Tifaqê em careke din bang li hemû welatiyên xwe yên ku siberojek bi nirxên ked û azadiyan tê avakirin dixwazin. Werin em bi hev re biguherînin!"