Tifaqa Ked û Azadiyê amadekariyên mitînga mezin dike 2023-01-11 09:02:02 STENBOL - Tifaqa Ked û Azadiyê, dê di 15'ê Çileyê de li Stenbolê mîtînga xwe ya ewil li dar bixe. Parlementerên HDP'ê ji bo beşdariya li mitîngê bang kirin.    Tifaqa Ked û Azadiyê ku ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) û Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) pêk tê, dê di 15'ê Çileyê de li Qada Kartalê ya Stenbolê bi dirûşma "Em pêşî li ber xizanî, şer û zextan bigirin" mitînga xwe ya ewil a hevpar li dar bixe. Dê hevserok, serok û berdevkên pêkhateyên tifaqê tevlî mitîngê bibin. Mitîng dê saet di 13.00'an de dest pê bike. Parlamenterên HDP'ê Tulay Hatîmogûllari û Omer Ocalan têkildarî mitîngê axivîn.    ‘LI DIJÎ ÎSTIBDATÊ AZADÎ'   Hatîmogûllari diyar kir ku dirûşma mitîngê di wesfê îtirazeke li dijî pirsgirêkên sereke de ye û got: "Kêr, êdî gihaştiye hestî." Hatîmogûllari, destnîşan kir ku bihabûn û betalî gihaştine asta herî jor û got ku bingehê pirsgirêkan polîtîkayên şer ên desthilatê ne. Hatîmogûllari bal kişand ser budçeya ku ji bo ler hatiye veqetandin û got ku maliyeta şer ji nanê gel tê birîn.    Bi domdarî Hatîmogûllari ev tişt anî ziman: "Ev rejîma yekzilamî pergaleke otorîter e û bi lez û bez ber bi rejîma îstibdatê ve diçe. Em jî li dijî vê rejîma îstibdatê ji bo parastina azadiyan mîtînga xwe li dar dixin. Di heyameke wisa de ku mafên mirovan tên binpêkirin, destûra bingehîn tê eciqandin û azadî ji holê hatine rakirin, em doza azadiyan dikin. Anku em li dijî îstibdatê bibêjin azadî."    'EM Ê HEMÛ DÎNAMÎKAN BÎNIN CEM HEV'   Di berdewamê de Hatîmogûllari diyar kir ku ji bo mitîngê gelekî xebitî ne û got ku dê bi vê mîtîngê hemû dînamîkên siyasî û civakî yên Stenbolê bînin cem hev. Hatîmogûllari ji bo beşdariya li mitîngê bang li her kesî kir û wiha domand: "Em di heyameke wisa re derbas dibin ku divê em hîn bêtir birêxistin û wêrek bin. Lewma divê em tevî gel, kedkar, xizan, jin, xwezahez û parêzvanên mafên mirovan ên Stenbolê mitînaga xwe li dijî desthilatê bikin şahiya demokrasiyê. Em li dijî rejîma îstibdatê ya desthilatê, bi hev re dara demokrasiyê mezin bikin."    'DIVÊ XWÎNA DIHERIKE BÊ SEKINANDIN'   Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan jî destnîşan kir ku di serî de qada aboriyê hemû qad di nava krîzê de ne û got ku ji bo bidawîbûna van krîzan divê dawî li şer bê. Ocalan got: "Rojava û Başûr her roj tên bombebarankirin. Li hemberî gelê kurd şerekî qirêj tê kirin. DIvê hemû gel bên cem hev du û vê xwînê bidin sekinandin. Heya ku ev xwîn biherike, dê her kes feqîr be. Ji lew re berekat sifreya wan bi şer diçe, aborî xirab dibe."    Ocalan bal kişand ser êrişên li ser partiya wan jî û wiha derbirî: "Ji aliyekî ve dixwazin HDP'ê bigirin, li aliyê din jî Doza Kobanê didome. Anku ji bo şikandina vîna gelê kurd şerekî derûnî tê kirin. Dixwazin vîna HDP'ê bişikînin. Bila gelê me baş bizanibe ku, em tu carî bê alternatîf namînin. Îro di bin navê HDP'ê de, sibê di bin navê partiyeke din de em ê siyaseta xwe bidomînin. Kes nikare pêşî li ber vê tevgerê û siyaseta wê bigire.Dê ev hewldanên desthilata AKP-MHP'ê bi ser nekevin. Bes bila tifaqeke xurt hebe, bila gelî kurd û dostên kurdan bi yek bin."   Ocalan ji bo mitînga ku dê di 15'ê çileyê de li Qada Kartalê ya Stenbolê bê lidarxistin jî got ku ev mitîng dê starta xebatên ji bo hilbijartinê be jî.