Partiya Çep a Kesk: Biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê xesp e 2023-01-11 15:04:42   EDENE - Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Edeneyê bertek nîşanî bloqekirina alîkariya xizîneyê ya HDP’ê da û wiha got: “Ev biryar, biryareke derhiqûqî ye, xesp e.”    Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Edeneyê têkildarî bloqekirina hesabên alîkariya xizîneyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li avahiya xwe daxuyanî da. Endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP, Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) û Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) jî tev li daxuyaniyê bûn.    'BIRYAREKE DERHIQÛQÎ YE’   Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk a Edeneyê Sabahat Mutluay diyar kir ku biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê ya HDP’ê, biryareke derhiqûqî ye û wiha got: “Ev biryar, xesp e. Li dijî yek ji mafên bingehîn ê bijartin û hilbijartinê destwerdaneke giran e. Divê hêj pêvajoya hilbijartinê dest pê nekirî ji vê biryara xwe vegerin. Daxwaza me ew e ku ev biryara derhiqûqî were betalkirin. Parastina HDP’ê tê wateya parastina demokrasî, azadî, aştî û wekheviyê.”