Xeta têkoşîna HDK’ê ya serdema nû: Li dijî feraseta yekperest, piranîparêziya civakî 2023-01-30 13:45:08   STENBOL – HDK ku erka “tifaqa dîrokî ya bindestan” didomîne, dê di serdema nû de xeta têkoşînê û Rêya 3’yemîn berfirehtir bike û li dijî feraseta yekperest dê bi feraseta piranîparêziya civakî tevbigere.    Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di 28’ê çileyê de bi dirûşma “Serhildana me li dijî serdestiya mêran, israra me ji bo jiyaneke azad û wekhev e” Konfera Jinan a Giştî li dar xist û di 29’ê çileyê de jî bi dirûşma “Li dijî faşîzm û kedxwariyê em di meclisên demokratîk de bibin yek û civaka birêxistinkirî û azad re jiyana nû ava bikin” Lijneya Giştî li dar xist.    Di Konferansa Jinan a Giştî û di Lijneya Giştî de hemû rengîniyên civakê cîh girtin. Di konferans û lijneyê de jinûavakirina jiyana nû ya bi azadiya jinê, têkoşîna hevpar a gelan a li dijî faşîzmê û avakirina Rêya Sêyemîn derketin pêş.    DIYARÎ MARÎA SUPHÎ Û JÎNA EMÎNÎ HATE KIRIN   Konferansa Jinan a Giştî diyarî şoreşger Marîa Suphî û Jîna Emînî hate kirin. Di konferansê de bal kişandin ser girîngiya xurtkirina berxwedana jinan a li Tirkiye û Rojhilata Navîn li dijî êrişên pergala mêrserdest. Di konferansê de qala bandora destkeftiyên şoreşa jinan a Rojava ya li ser têkoşîna azadiyê ya jinan û girîngiya serhildana jinan a li îranê ya li dora dirûşma “Jin, jiyan, azadî” li seranserî cîhanê belav bûyî hate vegotin.    DÊ SERHILDANA JINAN BÊ MEZINKIRIN   Hat destnîşankirin ku Peymana Stenbolê û qanûna bi hejmara 6284’an destkeftiya têkoşîna jinan e û AKP-MHP weke gefekî ewlekariyê dinirxîne û di tundiya mêr-dewletê de weke hêmaya sereke bi kar tîne. Hat gotin ku AKP-MHP bi kiriyarên xwe destkeftiyên jinan hedef digirin û hewl didin jinan bi tenêtiyê re rû bi rû bihêlin. Di heman demê de hate diyarkirin ku bi nîqaşên li ser makeqanûnê re êrişên li ser bedena jinan tên domandin. Jinan, di konferansê de got ku AKP-MHP tehemûla azadiya jinan nakin û Meclisa Jinan a HDK’ê li dijî polîtîkayên ser makeqanûnê disekine û dê serhildana jinan mezintir bikin.    BANDORA TECRÎDÊ YA CIVAKÎ   Di konferansê de li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bertek û hêrseke mezin hebû. Hat gotin ku Abdullah Ocalan dikare bibe damezirînerê wekheviya civakî û aştiyeke birûmet û tecrîda li ser Ocalan di serî de jin, bandorê li hemû derdorên civakê dike.    RENGÊN CIVAKÎ DI LIJNEYA DÎWANÊ DE BÛN   Li gel nîqaşên di Konferansa Jinan a Giştî de hatine kirin, di roja duyemîn de jî tevahiya rengên civakê di Lijneya Giştî de cih girtin. Di Lijneya Dîwana Lijneya Giştî de ji gelê ereb Tulay Hatîmogûllari, ji gelê yoruk Sedat Şenoglû, ji tevgera jinên kurd Gurbet Aydogan, ji gelê çerkez Erdogan Yilmaz û weke şexs jî Mert Karaatli cih girt. Di nava beşdarên Lijneya Giştî de tevahiya derdorên civakê cih girtin, rexneyên xwe yê bo HDK’ê kirin û pêşniyarên xwe pêşkeş kirin.    TIFAQA DÎROKÎ YA BINDESTAN   Di Lijneya Giştî bal kişandin ser rola HDK’yê ya “Tifaqa dîrokî ya bindestan” û israra di têkoşîna yekbûyî ya stratejîk de hate dubarekirin. Di Lijneya Giştî de xeta têkoşînê ya serdema nû hate nîqaşkirin û hat gotin ku dê armanc li gorî biryarên hatine girtin bê diyarkirin û ji bo bicihanîna van armancan jî îrade were nîşandan.    TÊKOŞÎNA LI DIJÎ QIRKIRINA EKOLOJIYÊ   Di Lijneya Giştî de nîqaşên kolektîf hatin kirin û hat gotin ku bêyî xwe bi rojeva hilbijartinê bisînor bimînin, divê li dijî faşîzmê rêxistinî û piştevaniyeke civakî were pêşxistin û bal kişandin ser girîngiya kes û pêkhateyan a di têkoşînê de. Bang hat kirin ku li dijî talankirina xwezayê û qirkirina ekolojiyê bi hemû derdoran re têkoşîneke yekbûyî were dayîn û girîngiya çîna karker û kedkaran hate vegotin.    LI DIJÎ FERASETA YEKPEREST PIRANÎPARÊZIYA CIVAKÎ   Her wiha hate destnîşankirin ku di vê bingeheke ku hemû gelên Tirkiyeyê bikarin bên ba hev were avakirin û li dijî feraseta yekperest a serdema nû, divê kongreyeke hemû cudahiyên civakê di nava xwe de dihewîne dest bi têkoşînê bike û bikeve nava tevgerê.    GIRÎNGIYA TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA KURDAN   Hat gotin ku îktîdara AKP’ê ji rewşa pevçûnî ya li Rojhilata Navîn û şerê di navbera Rûsya-Ûkraynayê de sûd digire û konsepta şer a li dijî kurdan kûrtir kiriye. Beşdaran destnîşan kir ku ev rewş ji bo gelên Tirkiyeyê xetereyeke mezin bi xwe re tîne û ev tespît hate kirin: “Têkçûna li hemberî têkoşîna azadiyê ya gelê kurd, tê wateya tunebûna krediya hêzên navneteweyî ya ji bo îktîdara AKP’ê.”    CIVAKÎBÛNA TÊKOŞÎNÊ   Di nîqaşên Lijneya Giştî de bandora teşeya têkoşîna gelê kurd a li ser Rojhilata Navîn hate nirxandin û beşdar li ser rol û erka Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan sekinînin. Di nîqaşan de girêdana pergala tecrîdê ya li Îmraliyê ya bi konsepta şer re hate nirxsandin û hat gotin ku derdorên civakî jî ji van polîtîkayan para xwe digirin. Di Lijneya Giştî de hat bilêvkirin ku bi tecrîdê re zexta li ser muxalefeta civakî tê girankirin û bal kişandin ser girîngiya têkoşîna civakî ya li dijî vê rewşê.    XETA TÊKOŞÎNÊ YA SERDEMA NÛ   Beşdaran bal kişandin ser têkoşîna demokrasî, azadî û sosyalîzmê ya HDK’ê û hat destnîşankirin ku Rêya Sêyemîn, divê bibe armanca sereke ya xebatan. Her wiha hat gotin ku Tifaqa Ked û Azadiyê tifaqeke dîrokî ye û heta niha bicihneanîna vê hate rexnekirin. Hat gotin ku bi mezinkirina Rêya Sêyemîn re dê armanca civakîkirina têkoşînê pêk were û divê ev yek bibe sernavê xeta têkoşînê ya serdema nû.    FÎKRIYATA HDK’Ê SER SIYASETÊ RE YE   Di Lijneya Giştî de hat destnîşankirin ku fîkriyata HDK’ê ser partî û siyasetê re ye û azadiya gelê kurd bi azadiya gelên Tirkiyeyê re dibe û ev yek jî bi têkoşîneke rêxistinkirî pêkan e.    MA / Ozgur Paksoy