'Azadiya kurdan bi yekîtiya neteweyî pêkan e’ 2018-04-03 09:22:37 WAN – Partiyên Kurdistanî yên li Wanê bal kişandin ser yekîtiya neteweyî ya kurd û gotin: “Divê em peyama gelê me ya di Newrozê de danî holê, baş bixwînin û li gorî vê tev bigerin. Azadiya kurdan bi yekîtiya neteweyî pêkan e.”  Di vê serdema li her derê şer heye de, her ku diçe li dijî kurdan jî êrîşên tunekirinê zêdetir dibin. Partiyên Kurdistanî yên li Wanê diyar dikin ku tekane riya ku kurd ji van êrîşan rizgar bibin yekîtiya neteweyî ye û banga yekîtiyê li gelê kurd kirin.    Ji avakar û Serokê Rêxistina Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) Tayyîp Kizilyildiz diyar kir ku heke yekîtiya kurdan bê avakirin dê deriyê azadiyê li kurdan vebibe û got: “Heke tifaq û yekîtiya kurdan pêk neyê, dê li çar parçeyên Kurdistanê jî siberoja kurdan tarî be. Dê tu parçe negihîje azadiya xwe. Di vê çarçoveyê de yekîtiya neteweyî ya kurd girîng e û divê teqez pêk were. Zû an dereng dê kurd yekîtiya neteweyî ava bikin. Heke kurd azad bibin dê Kurdistan jî azad bibe. Heke ku yekîtî pêk neyê dê ev dem dirêj bibe. Lê em ê tu tiştekî winda nekin. Gelê kurd tiyê azadiyê ye.”    ‘DIVÊ EM PEYAMA GELÊ XWE YA DI NEWROZÊ DE BAŞ BIXWÎNIN'    Kizilyildiz destnîşan kir ku girseyên li qadên Newrozê kom bûn bersiv dan polîtîkaya tunekirin û zextên li ser gelê kurd û wiha got: “Divê girse û peyamên Newrozê ji aliyê raya giştî ya Tirkiyeyê ve baş bê fêmkirin. Her wiha divê daxwazên yekîtiya neteweyî ya kurd ku ji qadên Newrozê jî bilind bû, divê partiyên kurd bidin ber çavê xwe. Em wek partî her tim ji bo yekîtiyê amade ne.”    'DIVÊ GAVÊN YEKÎTIYÊ BÊN AVÊTIN’    Serokê Rêxistina Partiya Azadiya Kurdistan  (PAK) a Wanê Fahrettîn Tutuncu jî da zanîn ku di 2 salên dawî de êrîşên micid li ser kurdan hene û wiha axivî: “Bi temamî dixwazin kurdan tune bikin. Piştî referandûma li Başûr, li dijî Kerkûkê destwerdanek pêk hat û pişt re jî li dijî Efrînê destwerdan pêk hat. Di qonaxek wiha de tiştên girîng diqewimin divê kurd jî li hev kom bibin û li dijî van êrîşan muhasebeya xwe bikin. Rast e li dijî me êrîş hene, lê divê em tiştekî bikin. Em wek partî û organîzasyonên kurd peywîra xwe bi cih naynin. Partiyên me qala yekîtiya neteweyî dikin, lê gavek şênber navêjin. Em hemû beriya yekîtiyê berjwendiyên xwe yên partiyê derdixin pêş. Halbukî divê beriya her tiştî em berjwendiyên xwe yên gelê xwe, axa xwe û welatê xwe bifikirin. Heke em wiha bifikirin hindik be jî em ê bi awayekî bên gel hev.”    Tutuncu mînakên vê yekê yên li cîhanê jî wek nimûne nîşan da û ew wek partî ji roja ewil ve ji bo yekîtiyê dixebitin. Tutuncu helwesta CHP’ê jî di nav de hemû partî û raya giştî ya Tirkiyeyê ya li dijî xistina wekîltiya parlamenterên HDP’ê bi bîr xist û got: “Divê êdî kurd ji vê yekê dersê derbixin.”    Tutuncu got ku dema yekîtiya neteweyî pêk bê û kurd hêza xwe bikin yek dê hemû cîhan wan hilde baldariyê û dema kurd bêdeng bin dê kes li wan guhdar neke.    ‘LI ROJHILATA NAVÎN HÊZA HERÎ DÎNAMÎK KURD IN’    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Umît Dede jî destnîşan kir ku kurd ji gelên herî qedîm û kevnare yên li Rojhilata Navîn in û wiha got: “Îro li Rojhilata Navîn şerê sêyemîn ê cîhanê ku em binav dikin diqewime. Di vê nêvengê de jî hêza herî xûrt û dînamîk jî kurd in. Di milê siyasî, dîplomasî û şer de jî herî zêde li ser milê kurdan tê birêvebirin. Girîng e kurd li gel vê hêza xwe siyasî, hêza xwe ya yekîtiyê jî birêxistin bikin. Bêbandoriya kurdan a li qada navneteweyî ew e ku kurd nebin yek. Heta em hêza xwe nekin yek û rêxistin nebin, ne pêkan e em encamê bigirin. Mînakên vê yên dîrokî jî hene.”    'YEKÎTÎ TUNE BE DESTKEFTIN JÎ NAYÊN PARASTIN’    Dede anî ziman ku pêdiviya herî girîng û mezin a kurdan yekîtiya neteweyî ye û ev tişt got: “Di pêvajoyek wiha de ku geşedanên herî girîng diqewimin û tunekirina kurdan ji her alî ve pêk tê, tişta herî girîng yekîtiya neteweyî ya kurd e. Yek ji armancên me yên sereke avakirina yekîtiya neteweya kurd e. Ji bo vê yekê jî divê demil dest Kongreya Neteweyî ya Kurd li hev kom bibe. Em destek didin vê xebatê. Heke ku yekîtî pêk neyê destkeftî jî nayên parastin.”    MA / Mahmut Ruvanas