Yîgîtalp a HDP’î: Dixwazin Ocalan ji agahiyên cîhanê qût bikin 2018-04-03 11:32:16 AMED - Parlamentera HDP’ê ya Endama Komîteya Girtîgehan a TBMM’ê Sîbel Yîgîtalp, bertek nîşanî televîzyon û radyoya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jê girtin, da û got: “Ligel tecrîda heyî jî paradîkmaya Ocalan gehiştiye bi mîlyonan mirov. Dixwazin Ocalan ji agahiyên pêşketinên cîhanê qût bikin.” Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê û Endama Komîsyona Girtîgehan a TBMM’ê Sîbel Yîgîtalp bertek nîşanî televizyon û radyaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jê girtin da û wiha axivî: “Bi vê yekê dixwazin Ocalan ji agahiyên pêşketinên cîhanê qût bikin. Ocalan ji bo pêşketinên siyasî yên rojane receteyên girîng pêşkêş dike û desthilatdar civakê ji vê yekê mehrûm dike. Ocalan 20 salin di tecrîtê de ye. Lê ligel vê yekê jî din ava berxwedanek mezin deye.”   ‘OCALAN BI MÎLYONAN TEMSÎL DIKE'   Yîgîtalp, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ocalan ji bo pirsgirêkên Tirkiye û Rojhilata Navîn paradîkmaya bi mîlyanan mirov dipejirînin daniye holê. Bi mîlyonan mirov ew weke vîna xwe qebûl kririn. Ji ber vê tecrîta li ser Ocalan nayê qebûl kirin. Ligel hemû tiştan ramanên Ocalan dinava  gelan de belav bûye. Ez bang li desthilatdariya dixwaze li ser Ocalan peyam bide gelê kurd dikim ku dest ji van pêkanînên xwe berde.”    'RAYEDARÊN GIRTÎGEHAN DITIRSIN'   Yîgîtalp, da zanîn ku di girtîgehên Tirkiyeyê de pirsgirên mezin tên jiyîn û wiha pê de çû: “Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê û îlan kirin OHAL’ê pirsgirêkên di girtîgahan de mezintir bûn. Gava em li ser van pirsgirêkan bi rayedarên girtîgehê re diaxivin, em dibin ku ditirsin bi edalet nêz bibin. Ji ber ku gava binpêkirinên mafan nakin, derbarê wan de fikar pêş dikevin. Ditirsin ku her kêlî mora FETO li wan bê xistin. Rayedarên girtîgehê ji bo ji kursiyê xwe nebin, li gorî polîtîkayên desthilatdariyê tevdigerin.”   'PIRSGIRÊKÊN MEZIN DI GIRTÎGEHAN DE HENE'   Yîgîtalp, dest nîşan kir ku ew li gelek girtîgehan deriya û wiha bilêv kir: “Bin pê kirinên mafan ên di girtîgehan de di asta herî jor dene. Hejmara girtiyan ji sedî 70’î zêde bûye. Kapasîteyên girtîgehan tije bûne. Lê ligel vê yekê jî bêmafî berdewam dikin. Bin pê kirinên keyfî pir zêde bûne. Saetên hevdîtina kêm kirine. Ji ber lêpirsînên dîsîplînê bi sedan girtî nayên berdan. Ji bo lêpirsînên dîsîplînê me bêşnûme da Wezareta Dad’ê, lê hîna tu bersiv ne daye me. Hîna jî li ser girtiyan pêkanîna lêgerîna tazî û cilên yek tîpî ferz dikin. Li ger çavên malbatên girtiyan heqaretê li girtiyna dikin. Cardin di girtîgehan de serê her 700 girtiyan bijîşek dikeve. Ji ber vê girtî nayên derman kirin. Ji xwe rewşa girtiyên nexweş li holê ye. Ligel ku  divê bên berdan jî, nayên berdan. ”   Yîgîtalp, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gelek gîliyên girtiyan tên ber destên me. Li ser navê HDP’ê em ê herin gelek girtîgehan û girtiyan ziyaret bikin.”   MA / Cîhan Olmez