Sancar: Muxabatê me namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet e 2023-03-09 15:57:06     ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku ji bilî Partiya Îyî, di demên berê de bi hemû partiyên din re hevdîtin kirine û wiha got: “Ji vir û şûnde muxatabê me, namzetê serokkomariyê yê hevpar ê Tifaqa Milet, Kiliçdaroglû ye.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar tev li bernameya “Mîrgun Cabas Canli” bû ku li ser platforma Gain'ê tê weşandin. Sancar, têköildarî rojevê heyî axivî.    ‘SERNAVÊN WEKE HEVDÎTINA HDP-CHP’Ê RAST NÎNIN’   Sancar, têkildarî pirsa hevdîtina bi CHP’ê re wiha got: “Heta niha CHP’ê em nevxwendî ne. Hevdîtina ku em ê bikin dê bi CHP’ê re neyê kirin. Hevdîtina me dê bi namzetê serokkomariyê yê hevpar ê Tifaqa Milet re be. Ev hevdîtin, hevdîtina CHP-HDP’ê nîne. Lewma sernavên weke hevdîtina HDP-CHP’ê rast nînin. Kiliçdaroglû ji 6’ê adarê ve namzetê hevpar ê Tifaqa Milet e û rast nîne weke hevdîtina HDP-CHP’ê bê ragihandin.”   ‘GOTINÊN DERDORÊN PARTIYA ÎYÎYÊ RASTIYÊ VENABÊJIN’   Kiliçdaroglû, di dema krîza Maseya Şeşling de gotibû; “Ji bo vî welatî tenê guherîna îktîdarê bes nake, hewcehî bi guhertina zîhniyetê jî heye.” Sancar, gotinên Kiliçdaroglû bi bîr xist û wiha got: “Ji roja destpêkê heta niha em jî heman tiştî dibêjin. Bikaranîna ziman û zîhniyeta îktîdarê ya li dijî kurdan û pirsgirêka kurd, tenê bi kêrî piştgiriya îktîdarê tê. Em dibêjin ku dema em ji vê îktîdarê xelas bûn, divê rêveberiya nû xwedî perspektîfeke demokratîk be. Ev hevdîtin ne guftûgoya di navbera CHP-HDP’ê de ye. Gotinên derdorên Partiya Îyî rastiyê venabêjin.”    NÎQAŞA MUXATABIYÊ   Sancar, diyar kir ku di demên berê de ji bilî Partiya Îyî bi hemû partiyên din re di asta şandeyan de hevdîtin kirine û wiha bi dawî kir: “Ji vir û şûnde dê yek bi yek bi partiyên cuda re hevdîtin bên kirin. Lê belê êdî muxatabê me namzetê serokkomariyê yê hevpar ê Tifaqa Milet e. Hevrikiyên di nava tifaqê de me eleqeder nakin û pirsgirêka wan a navxweyî ye. Dê muxatabê me birêz Kiliçdaroglû be.”