Dema serlêdana namzetiyê ya Partiya Çep a Kesk bi dawî bû 2023-03-26 15:15:35 ENQERE - Ji bo namzetiya parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk, hezar û 147 jê jin bi giştî 2 hezar û 783 kesan serlêdan kirin.  Dema serlêdanên ji bo namzetiya parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk ku dê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji lîsteya wê bikeve hilbijartinê, bi dawî bû. Bi giştî 2 hezar û 783 kesan serlêdan kirin. Ji van serlêdêran hezar û 147 jê jin bûn. Ji serlêdêran 310’an jê ji kotaya ciwanan û 57’an jî ji kotaya astengdariyê serlêdan kirin.    Partiya Çep a Kesk dê di 9’ê nîsanê de lîsteya xwe ya parlamenteriyê eşkere bike û di 10’ê nîsanê de jî pêşkeşî Lijneya Hilbijartinê ya Biind (YSK) bike.    Lîsteya namzetan dê di 11’ê nîsanê de teqez bibe.