‘Hikûmet fatûreya şer li gelê xizan dibire’ 2017-10-10 09:26:22 STENBOL – Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê û aborîzan Sezaî Temellî, anî ziman ku ji bo kirîna çekan û kêmasiya budçeyê ji holê bê rakirin îktîdar difikire ku di sala 2018’an de zemên OTV û MTV’ê bîne. Temellî, dest nîşan kir ku hikûmet fatûreya şer li gelê xizan dibire.  Îktîdarê daxuyand ku ew dixwazin Baca Wesayîtên Bimotor (MTV) û Baca Mezêxiya Taybet (OTV) ji sedî 40 zem bikin. Lê belê, piştî vê daxuyaniyê ji her derdorên raya giştî bertek hatin dayîn û hîn jî tên dayîn. Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê û aborîzan Sezaî Temellî, diyar kir ku zem jî nîşan didin ku ka îktîdar çi qas tengijiye. Temellî wiha got: “A rast îktîdar, ji hêlekê ji bo ji finansmana rejîma nû çavkaniyê bibîne û ji hêlekê jî ji bo ji sermayeye re karekî bilind dabîn bike, li hemberî fonên ku mafên gel in dest bi xespê kiriye.”    'ÎKTÎDAR DIXWAZE TEMENÊ REJÎMÊ DIRÊJ BIKE’    Temellî wiha got: “Hemû danberheviyên Tirkiyeyê di bin banê foneke heyînî de hatin komkirin û ji bo bazarkirina vê yekê gav hatin avêtin. Salek şûnde me dît ku di fona heyînan de tu serketin bi dest neketin. Niha jî kêmasiya budçeyê zêde bû û dixwazin bi vê kêmasiya budçeyê temenê rejîmê dirêj bikin û ji bo di hilbijartinê de bi ser kevin hin gavan davêjin. Gaveke girîng a vê pêngavê jî, ew e ku me di qanûna torbeyî de jî dît ku dixwazin vê yekê bi zêdekirina bacan pêk bînin.  Bi qezenca zêdekirina bacan dixwazin barê budçeyê sivik bikin. Di heman demê de hem dixwazin şer finanse dikin da di hundur de dengên konfîgurasiyona netewperest-muhafazakar wergirin û hem jî dixwazin qezenca sermayeye bidomînin.”    Her wiha Temellî dest nîşan kir ku bacên ku hikûmet kom bike dê di bin navê “fona pîşesaziyê ya parastinê” de , di qada kirin û hilberîna çekan de çavkaniyekê çê bike û bi vî awayî hewl didin ku civakê bikin alîgirê şer.    'DÊ BARÊ ŞER LI SER PIŞTA GELÊ XIZAN BÊ KIRIN’    Herî dawî Temellî wiha got: “Ev xerckirinên ku di tetbîqata şerî de tên kirin û giraniya ku li budçeyê dike, li tu derî nayê nîqaşkirin. A rast ji bo fînansekirina tetbîqata li wir jî pêdivî bi bacên pêvekî heye. Li Tirkiyeyê pergaleke bêedalet a bacê heye. Fatûreya şer li gelê xizan tê birîn. Êdî dawiya vê rêveçûyînê diyar bûye. Çîrokeke hezîn li benda vê îktîdarê ye.”