Partiya Çep a Kesk li Wan û Agiriyê buroyên hilbijartinê vekir 2023-04-04 15:24:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çep a Kesk li Wan û Agiriyê buroyên hilbijartinê yên ewil, bi coşeke mezin û tevlibûna bi sedan kesan vekir.    Partiya Çep a Kesk, li Wanê buroya hilbijartinê ya ewil li navçeya Tuşbayê vekir. Bi sedan kes tev li merasîma vekirina buroyê bûn. Di çalakiyê de ji ewil bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqeyek rêz hate girtin û piştre jî buro hate vekirin. Qurdeleya buroyê ji hêla endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê ve hate birîn. Di dema vekirina buroyê de girseyê gelek caran bi boneya 74’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dirûşmên “Rojbûna te pîroz be ey Serok” û “Bijî Serok Apo” berz kir.    BERTEKA LI DIJÎ TECRÎDÊ   Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk ê Wanê Veysî Dîlekçî di vekirina buroyê de axivî. Dîlekçî, bal kişand ser rojbûna Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Divê tecrîda girakirî ya li ser birêz Ocalan were rakirin û rêyên gurftûgoyê bên vekirin. Mimkin nîne ku pirsgirêka kurd bêyî birêz Ocalan were çareserkirin.”   Bi domdarî Dîlekçî bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û ev tişt anî ziman: “Tevgera siyasî ya kurd her tim li vî welatî bû aktora herî girîng. Ji HEP’ê heta HDP’ê me gelek bedel dan. Gelek siyasetmedarên me hatin binçavkirin û girtin lê gelê me tu carî paşve gav neavêt.”   Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Handan Karakyoun jî wiha got: “Îktîdara faşîst hewl dide me bi rêya zext û astengiyan bêdeng bike. Gelê kurd bi têkoşîna xwe ya 40 salan ve îradeya xwe nîşan dide. Em bêalternatîf nînin, Partiya Çep a Kesk dê di hilbijartinan de vîna temsîl bike.”    Piştî axaftinan jî welatiyan heta demekî dirêj li ber stranan xelekên govendê gerandin.    LI GIYADÎNÊ BUROYA HILBIJARTINÊ HATE VEKIRIN   Di heman demê de li navçeya Giyadîn a Agiriyê jî li ser Cadeya Înonu buroya hilbijartinê hate vekirin. Buro, bi dahol û zirneyê hate vekirin û gelek şêniyên navçeyê tev li çalakiya vekirina buroyê bûn. Hevşaredara Giyadînê Evren Demîr ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, da zanîn ku gelê kurd êdî ji êşên dikişîne re dibêje “Êdî bes e.”    Piştî vekirina buroyê, buroya duyemîn jî di ketina sûkê de hate vekirin. Di vekirina buroya li vê derê de endamê PM’a DBP’ê Mûsa Zorbay axaftineke kin kir û wiha got: “Têkoşîna me ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê û misogerkirina aştiya vî welatî ye.”