Buldan: Piştî Kerkûk û Efrînê yekîtiya kurdan şert e 2018-04-09 16:28:05 SILÊMANÎ -  Hevdîtinên heyeta HDP’ê li Herêma Federe ya Kurdistanê didomin. Heyeta HDP’ê li bajarê Silêmaniyê bi polîtburoya YNK’ê re civiya. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan got ku piştî Kerkûk û Efrînê yekîtiya kurdan şert e.  Heyeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Wekîlê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk, parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca, Osman Baydemîr, Îmam Taşçier, Dîlek Ocalan û endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Zeynep Boga pêk tê, bi polîtburoya Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) re civiya.   Heyeta HDP’ê ji aliyê endamên polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar, Sedî Ehmed Pîre, Hakim Qadir û endamên reveberiya YNK’ê Ciwan Îhsan, Bilêse Cebar Ferman û Arêz Ebdullah ve hat pêşwazîkirin.   Piştî civinê endamê polîtburoya YNK’ê Bextiyar û Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan daxuyanî dan çapemeniyê.    ‘ME LI SER YEKÎTIYÊ NÎQAŞ KIR’    Di daxuyaniyê de ewil Mele Bextiyar axivî û got: “Li gel heyeta HDP’ê me li ser mijara yekîtiya netewî, danûstandina navbera aliyan, rewşa siyasî ya Kurdistan û herêmê guftûgo kir. Her wiha me qala rola Kurdan di nava siyaseta dewletên mezin û dewletên herêmê kir.”   Bextiyar bal kişand ser pirsgirêkên Tirkiyeyê û got: “Em li gel wê ne ku pirsgirêkên Tirkiyê bi guftûgoyê bên çareserkirin. Lê ger wiha nebe, em mê pişta xwişk û birayên xwe bernedin.”   ‘PIŞTÎ KERKÛK Û EFRÎNÊ YEKÎTÎ ÊDÎ ŞERT E’    Piştî Bextiyar, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan axivî jî axivî û wiha got: “Me li gel YNK’ê li ser giringiya helwesta aliyên Kurdistanê, tifaqa navxweyî û giringiya kongreya neteweyî nîqaş kir. Bi dagirkirina Kerkûkê re dilê me birîndar bûye. Weke çawan bi êrîşkirina ser Efrînê re dilê me birîndar bû. Ev bûyer hemû jî diyar dikin ku ka çiqas kongreya neteweyî û tifaqa navxweyî girîng e.”   Buldan gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em ê li ser xebatên xwe yên ji bo tifaqa nava Kurdan û tifaqa nava aliyan berdewam bikin. Gelê Kurd ti demê li hemberî dagirkeran serî netewandiye û bê navber xebitiye. Em ê jî li ser vê dewam bikin.”   Heyeta HDP’ê piştî serdana Polîtburoya YNK’ê çû serdana Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Resûl. Kosret Resûl li mala xwe ya li bajarê Silêmanî pêşwaziya heyeta HDP’ê kir.