Li Êlihê vekirina buroyê veguherî mîtîngê: Divê Êlih bike 5-0 2023-04-05 22:05:58   ÊLIH- Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan ku li Êlihê di vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk de axivî, destnîşan kir ku baweriya wan bi gel heye û got divê Êlih bike 5-0.    Partiya Çep a Kesk li Taxa Bahçelîevlerê ya Êlihê buroya hilbijartinê vekir. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, aktivîstên Tevgera Jinên Azad, Dayikên Aştiyê, Parlementera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca, Berdevka MEclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, Platforma Ked û Demokrasiyê, rêxistinên HDP, BDP û Partiya Çep a Kesk ên Êlihê û gelek kes tevlî vekirina buroyê bûn. Beriya vekirina buroyê li hêwaneke dawetê fitarî hat kirin. Dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin. Jinên ku alayên Partiya Çep a Kesk hilgirtin li ber stranên kurdî û tilîliyan govend gerandin.    'EM Ê LI ÊLIHÊ BIKIN 5-0'    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li vir axivî. Bûldan bi silavkirinê gel dest bi axaftina xwe kir. Bûldanê got: "Em ê îşev buroyekê vekin. Hêvîdar im ku ev vekirinên me yên buroyan ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê bi xêr bin. Ev buroyên me dê ji bo siberoja me, azadî û edaletê û ji bo bidawîbûna bêhiqûqîtiyê roleke mezin bilîzin. Gelê me dê heya êvara hilbijartinê van buroyan tije bike û ev buro dê di ser re biqulibin. Em bi gelê Êlihê bawer in, em bi we bawer in. Em ji dil û can bawer dikin ku Partiya Çep a Kesk dê di 14'ê Gulanê de Êlihê bike 5-0."   Bûldanê destnîşan kir ku gelên Tirkiyeyê û di serî de gelê kurd dê tercîheke girîng bike û got ku tercîha wan jî dê ronahî û tarîtî be.    Her wiha Bûldanê destnîşan kir ku di erdhejên Mereşê de gel bi tenê hatiye hiştin û got: "Kesên ku mirov muhtacî pariyeke nên kirin, dê di 14'ê Gulanê de dersa xwe bigirin. Em baş dizanin bê 21 sal in vî welatî çawa bi rê ve birine."    Bûldanê bibîr xist ku ew ê bi navê Partiya Çep a Kesk tevlî hilbijartinê bibin û got: "Em bi gelê xwe bawer in. Ger dek û dolabên wan hebin, ê me jî pêngavên me hene. Gelê me heye. Em bi gelê xwe bawer in."    Piştî axaftinê buroya hilbijartinê bi coşeke mezin hat vekirin.   Piştî vekirina buroyê girseyê dirûşme berz kirin û lîrand û govend gerand.