HDP dê ji bo doza girtinê parastin neke 2023-04-06 15:34:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê daxuyand ku ew ê li AYM’ê di doza girtinê ya partiye de parastinê nekin.    Di çarçoveya doza girtinê ya li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hatibû vekirin de, biryar hat dayîn ku wê di 11'ê Nîsanê de parastina devkî bikin. Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê, piştî ku serlêdana wan a ji bo doz bimîne piştî hilbijartinê hat redkirin, biryar girt di 11'ê Nîsanê de partinê neke.    Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê diyar kir ku heta piştî hilbijartinê nehiştina dozê tê wateya destwerdana hilbijartinên azad û adil. Komîsyonê ji bo dê parastinê neke daxwazname da AYM’ê.