Partiya Çep a Kesk li Nisêbînê buroya hilbijartinê vekir: Em ê serbikevin 2023-04-06 16:07:51   MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê buroya hilbijartinê ya ewil a Partiya Çep a Kesk bi girseyî hate vekirin. Berdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun wiha got: “Wê vê hilbijartinê jin, ciwan, kurd û gel qezenc bikin.”    Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Mêrdînê di çarçoveya hilbijartinên 14’ê gulanê de buroya hilbijartinê ya ewil li Taxa Devrîm a navçeya Nisêbîna Mêrdînê vekir. Hevberdevka Giştî ya Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û şandeya pê re tev li vekirina buroyê bûn. Girseya ku di ketina bajêr de Kiliçgun Ûçar, Ozturk û şandeya pê re pêşwazî kir, pişt re bi şandeyê re bi konvoyê derbasî buroya hilbijartinê bûn. Girseya li ber buroya hilbijartinê kom bû, bi stranan re govend gerand. Di vekirina buroyê ku bi sedan kes hatin bahev de Hevberdevka Giştî ya Partiya Çep a Kesk Kiliçgun axivî.    Hevberdevk Kiliçgun, bal kişand ku wê hilbijartina 14’ê gulanê di navbera yekperestî û pirrengiyê de bê kirin û anî ziman ku bi doza girtinê ya derbarê HDP’ê de biryar girtin ku gelên Tirkiyeyê bê vebijêrk nehêlin. Kiliçgun, da zanîn ku di çarçoveya biryara wergirtin de weke partiya hilbijartinê wê bi Partiya Çep a Kesk re berdewam bikin û wiha got: “Me got em ê bi HDP’ê re vê pêvajoyê bimeşînin. Em ê bi we re bibin vê pêvajoyê. Em ê serkeftineke ji ya 7’ê hezîrana 2015’an bêhtir dest bixin.”    ‘JIN DÊ SERBIKEVIN’     Kiliçgun, destnîşan kir ku soz dane jinên hatine qetilkirin wê li dijî siyaseta yek zilamî têbikoşin û ev tişt got: “Rejîma yek zilamî ya dibê yek, yek wê di vê hilbijartinê de têk biçe. Em ê serbikevin. Jin dê serbikevin. Ciwan, kurd, gel dê qezenc bikin. Em hemû dê qezenc bikin. Em ji bo vê derketin rê, ji bo vê me ked da. Ev têkoşîn wê hin mezintir bibe û hem bibe vîna damezrîner a demokratîkbûyîna komarê hem jî jiyana azad û wekhev a hemû gelên li Tirkiyeyê.”