'Ji bo çareseriyê divê Partiya Çep a Kesk bi xurtî ji hilbijartinê derkeve’ 2023-04-07 10:15:39   STENBOL - Endamê MYK’a HDK’ê Salih Zekî Tombaş da zanîn ku divê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û tecrîdê Partiya Çep a Kesk bi awayek xurt ji hilbijartinê derkeve.    Partiya Çep a Kesk di hilbijartinên Serokkomarî û Parlamentoyê yên ku wê di 14'ê Gulanê de pêk werin de di pozîsyona partiya sereke de ye. Xwedî rol û ristek girîng dikeve ser mile wê. Partiya ku dest bi xebatên hilbijartinê kir, li bajaran dest bi vekirina buroyên hilbijartinê kir. Şahiyên vekirina buroyan bi coş û peroş vediguhere mitîngan. Bi beşdariya bi hezaran kesî pêk tên. Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Salîh Zekî Tombak diyar kir ku Partiya Çep a Kesk di hilbijartinan de hêviyeke mezin e.   TÊKOŞÎNA HEVPAR    Tombak bal kişand ser girîngiya têkoşîna hêzên demokrasiyê ya bi hev re û Tifaqa Ked û Azadiyê mînaka girîngiya têkoşîna hevpar e. Tombak êriş û zextên îktidara AKP’ê yên li ser hêzên demokrasiye wek “darbeya sivîl” nirxand û got: “Darbeya AKP’ê her roj xwe nû dike. Ev jî nûjenbûna rejîma faşîst a 12’ê Îlonê ye. Faşîzma AKP-MHP’ê dixwaze her tiştî daqûrtîne. Lê li dijî vê rejîma faşîzmê berxwedanek ezamet heye. Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo hilweşandin ango dawîanîna rejîma AKP-MHP’ê destpêkek e. Tifaq Ked û Azadiyê gelek bi hêz e.”    BO ÇARESERIYÊ    Tombak bal kişand ser manîfestoya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk û wiha got: “Deklarasyon perspektîfa me ya siberojê derdixe holê. Dibe ku ev bibe beşa destpêkê ya bernameya me ya berfireh a hatina desthilatdariyê. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên wekî tecrîd, qeyûm, çareseriya pirsgirêka kurd, rewşa zindan û girtiyên siyasî, demokrasî û aştiyê ku di deklerasyonê de cih digirin, divê Partiya Çep a Kesk bi awayek xurt ji hilbijartinê derkeve.”   BANGA RÊXISTINBÛNÊ    Tombak bal kişand ser girîngiya rêxistinbûnê, hişyarî da partiyên ku dê bi lîsteya Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinê û wiha got: “Ev demeke dirêj e di rêxistinên civakî de kêmasiya me heye. Hêza me gel e. Heke di mijara rêxistinbûna gel de qels be, gotina we jî qels dibe. Di dema hilbijartinê de van kêmasiyan wek firsend bikar bînin, wê bibe serkeftinek ku her kes bi gel re tevbigere. Heke hûn neçin cem gel xwe birêxistin nekin, çi deklerasyonê jî hûn parve dikin bikin lê wê tu girîngiya wê nebe. Li pişt gotinên partiyên pergalê dewlet û sermaye heye. Li pişt gotina me ne hêza dewletê, ne sermaye û ne jî tifaqên navneteweyî hene. Tenê gel li pişt gotina me ye."   MA / Ergîn Çaglar