Partiya Çepên Kesk îdiaya xwe ya li herêma Egeyê mezintir kir 2023-04-09 10:04:40   ÎZMÎR - Endamê PM’a HDP’ê Mehmet Sabrî Gul da zanîn ku Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên li hemû bajarên herêma Egeyê didomîne û got ku dê di vê hilbijartinê de dengên xwe du qet zêdetir bikin.    Partiya Çepên Kesk li hemû bajarên Kurdistan û Tirkilyeyê xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên serokkomarî û giştî yên sala 2023’yan da destpêkirin. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li gelek bajaran bûroyên hilbijartinê bi coşeke mezin hatin vekirin û armanca Partiya Çepên Kesk ew e ku herî kêm 100 parlamenteran derxîne. Di vê çarçoveyê di serî de li Îzmîrê, Partiya Çep a Kesk armanc dike ku li herêma Egeyê dengên xwe du qetî zêdetir bike.    Di hilbijartina giştî ya sala 2018’an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi 334 hezar û 935 dengan li herêma Îzmîrê 2 parlamenter derxist û li herama 1’emîn jî bi hejmareke pir kin parlamenterê 2’yemîn winda kir. Her wiha li Aydinê 68 hezar û 541 deng wergirt û ji ber dengên li derveyî welat lê hatin zêdekirin, parlamenterek winda kir. Li Manîsayê jî 67 hezar û 173 deng wergirt û bi rêjeyeke pir kêm parlamenterek ji dest çû. Armanca Partiya Çepên Kesk ew e ku ji van her du bajaran parlamenteran derxîne û di vê çarçoveyê de xebatên mezin dike.    Di heman demê de HDP’ê li Mûglayê 43 hezar û 679 deng, li Denîzliyê 27 hezar û 580, li Uşakê 7 hezar û 591 deng, li Kutahyayê 6 hezar û 454 deng û li Afyonê 5 hezar û 775 deng wergirt. Partiya Çepên Kesk armanc dike ku li van bajaran dengên xwe zêdetir bike û di vê çarçoveyê de xebatên xwe dimeşîne.    XEBAT HATIN DESTPÊKIRIN   Endamê Meclisa Partiyê (PM) yê HDP’ê Mehmet Sabrî Gul têkildarî hedefên li herêma Egeyê axivî. Gul, da zanîn ku ji bo danasîna partiyê dê bi gel re civînan li dar bixin û wiha got: “Her wiha em ê stantan deynin. Em li hemû herêman xebatên hilbijartinê bi kelaceneke mezin dikin. Li herêma Egeyê pir gel û baweriyên cuda hene. Her wiha ji Balkanan heta Rojhilata Navîn û Efrîqayê gelek penaber hene. Hêzên demokrat û çepgir li vê herêmê xurt in. Li seranserî herêmê hêza me ser ji sedî 10’ê re ye. Me li Antalya û Îzmîrê parlamenter derxistibûn lê li bajarên weke Aydin û Manîsayê bi hejmareke kêm parlamenter winda kiribûn. Her wiha li Antalya û Îzmîrê bi ferqekî pir biçûk parlamenterên duyemîn winda kiribûn. Di vê hilbijartinê de em dixwazin li Mûgla, Manîsa, Aydinê parlamenteran derxînin û li Îzmîr û Antalyayê jî hejmara parlamenteran zêdetir bikin. Potansiyela me li Manîsa û Aydinê heye. Li bajarên weke Isparta, Uşak û Kutahyayê karê me zor e lê em ê xebatên pir girîng bikin. Hêviya me ew e ku li gelek bajarên herêmê bibin partiya duyemîn. Xebatên me jî ji bo vê yekê ne.”    'EM Ê RÊ NEDINA REHAWETÊ’    Bi domdarî Gul diyar kir ku hêviya gel a ji bo hilbijartinê zêde ye û wiha pê de çû: “Em ê vê hêviyê têxin nava tevgerê û polîtîze bikin. Em ê rê nedin rehaweta ‘ev êdî dê biçin.’ Divê xebatên li qadê bên meşandin û ji bo gel biçe ser sindoqê were motîvekirin. Ev yek pir girîng e. Armanca me ya esasî hilweşandina faşîzmê û vekirina qadeke nû ye ku gel bikare di rêya azadiyê de bimeşe. Ji bo vê jî em bikin ku tevlibûna gelên Egeyê ya hilbijartinê derxînin asta herî jor. Piştî Kurdistanê, herêma herî zêde texrîbata ekolojîk lê tê kirin Ege ye. Em ji bo çareserkirina van pirsgirêkan têdikoşin. Li dijî desthilatdariya ku dixwaze xwezayê veguherîne qada talanê, em li gel têkoşîna ekolojiyê ya li dipjî vê zîhniyetê ne.”    'EM Ê JI FAŞÎZMÊ RIZGAR BIBIN’   Herî dawî jî Gul ev tişt anî ziman: “Em ê bi partiyeke nû bikevin hilbijartinê û di vê mijarê de fikarên me hene. Lê bi taybet jî di pîrozbahiyên Newrozê de gel xwedî li partiya nû derket û vê jî fikarên me verevand. Gel, pêvajoyê baş dibîne û partiya nû zû qebûl kir. Gelê bibiryar e ku faşîzmê hilweşîne. Weke Partiya Çepên Kesk em ê cara ewil bikevin hilbijartinê û em ê vê pêvajoyê li ser muşahidan birêve bibin. Banga me ya ji bo tevahiya gelê me ew e ku partiya xwe bi tenê nehêlin, bila têbikoşin û em ê ji vê desthilatdariya faşîzmê rizgar bibin.”    MA / Tolga Guney - Delal Akyuz