Li Sûrê coşa Partiya Çepên Kesk: Valêzên xwe amade dikin 2023-04-10 15:52:53 AMED - Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Abbas Şahîn ê di vekirina buroyê ya li gundê Til Elo yê navçeya Sûrê de axivî wiha got: “Çawa ku em vekirina buroyên xwe zêde dikin, dest bi amadekirina valêzên xwe dikin. Em ê di 14’ê Gulanê de hesaba hemû êrişan bipirsin.”   Partiya Çepên Kesk li gundê Til Elo yên navçeya Sûr a Amedê buroya hilbijartinê vekir. Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn, endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navend û navçeyan û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî beşdar bûn. Buro bi alên Partiya Çepên Kesk hate xemilandin. Beriya vekirinê bi stranên kurdî re govend hate gerandin.    ‘VALÊZÊN XWE AMADE DIKIN’    Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Abbas Şahîn ê ewilî axivî wiha got: “Çawa ku em vekirina buroyên xwe zêde dikin, dest bi amadekirina valêzên xwe dikin. Van xwîn xwaran ji bilî hêsirên çavan tiştek nedan. Em ê hesaba van hemûyan bipirsin. Dema em çûn ser sindoqan em ê Dayika Taybet ji bîr nekin û hesaba hemûyan bipirsin. Ewilî şaredarên me xest kirin, bi taybetî jî saziyên çandê û jinan ji talanê re vekirin. Em li ser axa xwe weke penaberan lê hatin. Em ê di 14’ê Gulanê de tax bi tax bixebitin û bibin bersiv.”   Hevseroka HDP’a Bajêr Gulistan Atasoy jî diyar kir ku ji hilbijartinan re 33 roj mane û wiha got: “Em ê di 14’ê Gulanê de bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ ber bi serkeftinê ve biçin.”   Piştî axaftinan bi çepik û tilîliyan buro hate vekirin.