Partiya Çepên Kesk li Qers û Enqereyê buroyên hilbijartinê vekirin 2023-04-10 16:42:31 NAVENDA NÛÇEYAN - Di vekirina buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk ên li Enqere û Qersê peyamên ku wê 14’ê Gulanê bi serkeftinê tacîdar bikin hatin dayîn.    Partiya Çepên Kesk li navenda Qersê û navçeya wê ya Dîgorê buroyên hilbijartinê vekirin. Di vekirinên bi dahol û zirneyan hatin kirin de gel eleqeyeke zêde nîşan da. Li Qersê Hevberdevkê Partiya Partiya Çepên Kesk Kaya Nakî û namzetên parlamenteriyê Gulcan Alp û Sertaç Çelîkkalelî, Hevserokên HDP’ê yên Bajêr Hacer Karataş Altay û Cengîz Anli, Hevşaredara Qersê ya ji peywîrê hate wergirtin Şevîn Alaca bi hev re buro vekirin. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Bajêr Kaya Nakî yê di vekirina li navenda bajêr de hatiye kirin axivî, anî ziman ku wê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de careke din vîna gel qezenc bike û wiha got: “Li vî welatî li dijî pergala yek zilamî em ê bi hev re bixebitin û van bişînin sergoyê dîrokê.”   ‘EM BI HÊZEKE MEZIN TÊN’   Li navçeya Dîgorê jî di vekirina buroya hilbijartinê de Hevserokê HDP’a Qersê Cengîz Anli axivî û wiha got: “Ev hilbijartin şerê man û nemanê ne. Ji ber ku ev desthilat hewl dide kurdan ji holê rabike û bêvîn bihêle. Lê me gelê kurd bi têkoşîn û polîtîkbûyîna xwe her tim têkoşîna xwe xurttir kiriye. Em di hilbijartinan de partiyeke diyarker in û bêyî vîna gelê kurd tu kes nikare qezenc bike. Kurdan heta niha paş ve gav neavêt û naavêje. Em bi hêzeke mezin tên.”   ENQERE   Partiya Çepên Kesk li Huseyîngazî ya Enqereyê jî buroya hilbijartinê vekir. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Ocalan û endamên Partiya Çepên Kesk beşdar bûn. Omer Ocalan ê di vekirina buroyê de axivî, bal kişand doza girtinê ya derbarê partiya wan de li Dadgeha Destûra Bingehîn hatiye vekirin. Omer Ocalan da zanîn ku dixwazin pirsgirêkên welat bi rêyên demokratîk bên çareserkirin û wiha got: “Em bi baweriyeke mezin dimeşin, hewl didin jiyaneke nû ava bikin. Şer feydeyê nade tu kesê. Dide windakirin. Dem dema dest bidin destê hev e. Dem a dema hilweşandina faşîzma ku vîna gelan tune dihesibîne ye. Em ê rêyeke nû vekin. Ev rê wê jiyan û pergala nû ava bike. Em ê hemû gelê xwe vedixwînin ku şev û roj derî bi derî, tax bi tax û gund bi gund bixebitin.”