Partiya Çep a Kesk amadekariya ‘di her sindoqê de muşahîtekê dike’ 2023-04-12 10:30:40 STENBOL - Namzeta parlamenteriyê ya rêza duyemîn a Partiya Çepên Kesk a Kocaeliyê Parêzer Arzû Eylem Kayaoglû bal kişand ser girîngiya ewlehiya sindoqan û diyar kir ku ji bo li temamê Tirkiye û Kurdistanê di her dibistanê de herî kêm parêzerek û di her sindoqê de muşahîtek hebe xebatên xwe didomînin.    26 partiyên siyasî ji bo hilbijartinên Parlamenteriyê û Serokkomariyê yên di 14’ê Gulanê de pêk werin lîsteyên namzetên xwe pêşkeşî Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) kirin. Partiyên siyasî ji niha ve têkildarî ewlehiya hilbijartinê ketin nava liv û tevgerê. Partiya Çepên Kesk jî têkildarî ewlehiya hilbijartinê ku di serê mijarên herî zêde tên nîqaşkirin tê, xebatên xwe lezandin.    Namzeta parlamenteriyê ya rêza duyemîn a Partiya Çepên Kesk a Kocaeliyê Parêzer Arzû Eylem Kayaoglû qala girîngiya ewlehiya hilbijartinê kir.    ‘HILBIJARTIN WÊ SEDSALÊ DIYAR BIKIN’    Kayaoglû, anî ziman ku wê hilbijartinên di 14’ê Gulanê de bên kirin pêşeroja sedsaliya Tirkiyeyê diyar bikin. Kayaoglû, diyar kir ku gelên Li Tirkiye û Kurdistanê wê bi hilbijartinên 14 'ê Gulanê re biryarê li ser kîjan sedsalê û xwerêveberiyê bidin û got: “Li ser navê gelan, ev hilbijartin tê wateya hilbijartineke gelo wê bloka faşîst a AKP’ê û MHP’ê tercîh bikin yan jî rêbaza 'Komara Demokratîk'. Ji vî alî ve ev hilbijartin gelekî girîng e.”   EWLEHIYA HILBIJARTINÊ HEBÛ?    Kayaoglû ya qala ewlehiya hilbijartinê kir bal kişand ser fikaran. Kayaoglû, bi bîr xist ku di hilbijartinên beriya niha de hatin kirin pisûlayên dengan piştî hilbijartinê di “çopan” de hatin dîtin û her wiha di rojên hilbijartinê de ceyran diçûn.    DI HER DIBISTANÊ DE HERÎ KÊM PARÊZEREK   Kayaoglû, anî ziman ku ji ber van yekan divê partiyên siyasî di mijara ewlehiya hilbijartinê de tişta ji destê wan tê bikin. Kayaoglû, bi lêv kir ku weke Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê hewl didin di van hilbijartinan de roleke aktîf bigirin û diyar kir ku wê mudaxileyî pirsgirêkê derbikevin bikin. Kayaoglû, da zanîn ku wê di hilbijartinan de wê bi HDP/Partiya Çepên Kesk û OHD bi hev re bixebitin û ev agahî da: “Me di hemû şax û nûnertiyên OHD’ê de xebateke ewlehiya hilbijartinê da destpêkirin. Weke heta niha xebateke ku di hemû dibistanan de yek an jî zêdetir parêzeran peywîrdar bikin heye. Di serî de Stenbol li hemû bajaran zêdetirî xebatên xwe temam kirin. Mînak ji bo Stenbolê pêdiviya me bi 3 hezar parêzeran heye. Her roj parêzerên nû tev li dibin. Li bajarên Kurdistanê jî bi heman awayî xebatên me berdewam dikin.”   SINDOZ EMANETÎ MUŞAHÎTAN E    Kayaoglû, hişyar kir ku ji ber Partiya Çepên Kesk cara ewil e dikeve hilbijartinê endamên wê yên lijneya sindoqan nînin û destnîşan kir ku ji ber vê yekê pêdiviya muşahîtan zêdetir bû. Kayaoglû, da zanîn ku li Stenbolê 1917 dibistan hene û dê li van dibistanan dora 40 hezar sindoqan hebin. Kayaoglû, bi lêv kir ku plan dikin di her sindoqê de herî kêm muşahîtekê bi peywîrdar bikin û wiha domand: “Kesên ku dê esas ewlehiya hilbijartinê bikin muşahîtên ku li dibistan û ser sindoqan peywîrê bikinin. Ji ber ku muşahît wê tevahiya rojê ji bo parastina sindoqan dê li ser sindoqan bibin. Her wiha em ê têkildarî ewlehiya hilbijartinê û peywîrên muşahidan perwerdeyê bidin.”   JI BO MUŞAHÎTAN WÊ PIRTÛKA DESTAN BÊ AMADEKIRIN   Kayaoglû, anî ziman ku tenê li Stenbolê pêdiviya wan bi 40 hezar muşahîtan heye û ev tişt gotin: “Hem têkildarî ewlehiya hilbijartinê hem qanûna hilbijartinê, rêgez û giştînameyan wê di rojên pêş de perwerdehiyên me dest pê bikin. Muşahît çi ye? Çi peywîrên wî hene? Dikare îtîrazî çi bike? Berpirsyartî û mafên wî yên çawa hene? Dema bikaranîna dengan bi dawî bû maf û peywîrên wî yên çawa hene? Em ê vê bersiva gelek pirsên wiha di van perwerdehiyan de bidin. Her wiha ji bo muşahîtan em ê pirtûkeke destan jî amade bikin. Dê hemû agahî tê de hebin. Wê bersiva her pirsê tê de hebe.” Kayaoglû, bal kişand ku bikaranîna dengan rojekê didome û bang kir ku rojekê xwedî li sindoqan derkevin.