Di lîsteya namzetên AKP’ê ya Sêrtê de ‘gendelî’ heye 2023-04-12 10:50:58   SÊRT - Li Sêrtê namzetê rêza yekemîn ê AKP’ê Mervan Gul e. Ew di serdema ku şaredar bûye de bi gendeliyên xwe tê zanîn.    AKP’ê lîsteya namzetên xwe yên parlamenteriyê pêşkêşî Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) kir. AKP li Sêrtê bo namzetiyê di rêza yekemîn de Mervan Gul nîşan daye. Gul serok şaredarê berê yê Sêrtê ye. Ew li Sêrtê bi gendelî û bertîlan tê zanîn û bûye rojev.    Gul di hilbijartina giştî ya sala 2002’yan de li Sêrtê wek parlamentere AKP’ê tê bijartin. Lê YSK hilbijartinê betal kir û girteka parlamenteriyê jî betal kir. Lewma li bajêr hilbijartin carek din hat kirin û li şûna Mervan Gul, Tayyîp Erdogan ku qedexeya wî ya siyasî hat rakirin, wek parlamenterê Sêrtê hat bijartin. Gul di sala 2004’an de wek Serok Şaredarê AKP’ê hat bijartin û seranserî wezîfeya xwe li bajêr her tim bi gendelî û bertîlan hat rojevê.    RAPORÊN GENDELIYÊ    Cara ewilî endamên Meclisa Şaredariyê yên AKP’yî di sala 2005’an de gendelî û bertîlên şaredar Mervan Gul îfşa kirin. Gelek raporên gendeliyê û bertîlê hatin weşandin û xizmên xwe xistiye derketin holê. Tevî van hemû gendelî û bertîlên ku xwariye jî û karên ne li rê kiriye jî dîsa jî AKP’ê wî kir namzet.    ŞÛRAYA DEWLETÊ DERBARÊ WÎ DE LÊPIRSÎN DA DESTPÊKIRIN    Şûraya dewletê (Daniştay) li ser gilîkirina endamên Meclisa Şaredariyê yên DTP’ê derbarê Mervan Gul, 3 alîgirên wî û 4 personelan de lêpirsîn da destpêkirin.    DTP ŞAREDARÎ BI DEST XIST    Mervan Gul ji bo hilbijartina xwecihî ya 2009’an xwest bibe namzetê şaredariyê lê AKP’ê wî namzet nîşan neda. Di hilbijartinê de namzetê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ya wê serdemê Selîm Sadak bi ser ket.    Mervan Gul ku navê wî bi gelek gendelî û bertîlan tê zanîn ji bo hilbijartina 14’ê Gulanê di rêza yekemîn de bû namzetê AKP’ê yê Sêrtê. Di rêza duyemîn de Fevzî Sevgîlî û di rêza sêyemîn de jî Lokman Ozcan cih girtin.