Riha xwe bi rengê Çepên Kesk pêça ye! 2023-04-13 10:59:44   RIHA - Li Rihayê Partiya Çepên Kesk pêşengiya pêşbaziya hilbijartinê dike. BErnameya danasîna namzetên Partiya Çepên Kesk a li Rihayê veguherî şahiyê. Her kes li Rihayê berê xwe dide Çepên Kesk û ji niha rengê xwe bi Çepên Kesk pêça ye.    Partiya Çepên Kesk ku xeta siyaseta Rêya Sêymîn bi rê ve dibe, li tevahiya bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê lez da xebatên xwe yên hilbijartina 14’ê Gulanê. Partiyê piştî ku danasîna namzetên xwe li Enqereyê kir, vê carê namzetan berê xwe da bajarên xwe ku dê lê bibin parlamenter.    Bajarê Riha bajarek qedîm û di her warî de ji bo her kesî xwedî girîngiyek xwe heye. Li bakûrê Kurdistanê herî zêde parlamenter li Rihayê tên bijartin. Partiya Çepên Kesk li Rihayê dixwaze cara yekem serkeftinek dîrokî mîsoger bike û îdia dike ku wê li vir bibe partiya yekemîn. Li Rihayê kesayetên balkêş namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk in. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ku bi nasnameya xwe ereb û mihelmî tê zanîn û her wiha Ferît Şenyaşar ku bi dayika xwe Emîne Şenyaşar re bûye remza edaletê ya bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. Duh danasîn û hevdîtina gel a namzetên Çepên Kesk, li Rihayê bi ezamet û coş derbas bû. Namzet duh di ketina navçeya navendî ya Karakoprû de bi awayek coş û heybet hatin pêşwazîkirin û konvoya namzetan li nava bajêr geriya. Eleqe û bala xelkê ya li ser Çepên Kesk, hêza wê ya li bajêr da nîşandan û îspat kir.      PÊŞWAZIYA LI KARWANÊ NAMZETAN   Bi hezaran kesên ku namzetên xwe pêşwazî kirin berê xwe dan navenda bajêr. Li pêşiya karwanê wesayîtan otobusa hilbijartinê ya Çepên Kesk ku dengê stranên hilbijartinê jê olan dida cade bi cade li nava bajêr geriya. Ji biçûkan bigire heta kal û pîran bi îşaretên serkeftinê û dilgermiya xwe nîşanî namzetan dan. Her ku karwan li nava bajêr gav bi gav geriya eleqeya xelkê zêdetir bû û gera namzetên Çepên Kesk veguherî xwepêşandana serkeftinê.      PIŞTEVANIYA KEDKARAN    Kedkarên ku tev li karwan nebû jî li ber dikanên xwe desteka xwe dan namzetan û îşaretên serkeftinê nîşandan.      RENGÊ CIWANAN    Ciwanên ku ji dibistanan derketin jî xwe avêtin pêşiya karwana namzetan û bi îşaretên serkeftinê û dilgermiya xwe rengê xwe diyar kirin.      KAL Û PÎRAN ÎŞARETA SERKEFTINÊ NÎŞAN DAN    Kal û pîrên xwe dabûn ber beroşkan û li derve bûn jî îşaretên serkeftinê nîşanî namzetan dan û dest û tiliyên xwe hejandin.      COŞ Û PEROŞA WELATIYAN    Karwanê wesayîtan gihîşt cihê şahiyê ango danasîna namzetan ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan. Wesayîtên welatiyan ku li qadê ji otobusa hilbijartinê re bûbûn asteng, welatiyan bi destê xwe wesayîtan ji şûna wan hilgirtin û rakirin. Bi hezaran kes li qadê pêşwazî li nazmetên xwe kirin û coşa xelkê hêjayî dîtinê bû. Kêliya ku namzet derketin ser otobusê û gel silav kirin coş û peroşa gel derket asta herî jor.      ‘NEMRÛDÎ Û ÎBRAHÎMÎ’ KETINE PÊŞBAZIYÊ    Şahiya danasînê bi axaftina namzet û parlanterê Rihayê Omer Ocalan berdewam kir. Ocalan dema ku got, “Li aliyekî Nemrûdî bi hev re ne û li aliyekî jî Îbrahîm li gel hev in” xelkê bi çepikan piştgirî da û îşaretî şeva 14’ê Gulanê kirin.      GERANDINA GOVENDÊ    Şahî bi gerandina govendê ku bûye yek ji remzên çanda kurdî bi dawî bû. Zirnevan û defjen lê dan welatiyan govend gerand.      MA / Omer Akin