Namzetê Partiya Çepên Kesk Turkmen: Wê li Enqereyê bayê Rêya Sêyemîn rabe 2023-04-14 09:55:02   ENQERE - Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Enqereyê Emîralî Turkmen diyar kir ku Enqere mehkûmî siyaseta du bend nebûye û got: “Wê ji niha şûn ve li Enqereyê bayê Rêya Sêyemîn rabe.”    Maratona hilbijartinên Serokkomariyê û Parlamenteran piştî eşkerekirina namzetên parlamenteriyê dest pê kir û xebatên hilbijartinê ketin qonaxek nû. Partiyên siyasî li gund, bajarok, navçe û bajaran xebatek bênavber didomînin. Lê di rojeva navenda siyasetê Enqereyê de hilbijartin tune ye. Ev bajarê ku navenda burokrasiyê ye, her kes lê bi gilî û gazin e. Ji Dikandaran bigire heta şofêran, ji karmendan bigire heta xwendekaran her kes li ber debara jiyanê û krîza siyasetê bi nerazîbûn û gilî û gazin e.    Partiya Çepên Kesk bi stratejiya xeta Rêya Sêyemîn tev li hilbijartinan dibe. Partiya Çepên Kesk jî li 81 bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê namzetên parlamenteriyê eşkere kir. Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Enqereyê Emîralî Turkmen diyar kir ku Enqere teslîm ango mehkûmî siyaseta hatiye dubendkirin nebûye û ew ê rûpela 22 salî bigirin û ew ê ji bo pergala civakek ku nirxên azadiyê, demokrasiyê û aştiyê biparêzin bixebitin û gavan biavêjin.    Turkmen Emîralî ku di malbateke Erziromê de ji dayik bû, ji zarokatiya xwe ve li Tuzluçayiriya Enqereyê mezin bû. Turkmen ku jiyana xwe ya 55 salan diyarî têkoşîna sosyalîst kir, beşdarî Civînên Kuruçeşmeyê bû, ji bo Partiya Sosyalîst a Yekbûyî têkoşiya û di damezrandina Partiya Azadî û Piştevaniyê de cih girt. Turkmen ku ji Enqereyê ye, ji sala 1989'an û vir ve di nava têkoşîna mafên mirovan de cih girt û li gel kedkarên di salên 1990'î de di berxwedana biharê de meşiyan, bû rojnamevan. Rojnameger û nivîskar Turkmen 20 sal in Gerînendeyê Weşana Giştî ya Weşanên Dîpnotê ye.    Turkmenê ku di damezrandina Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) cih girt, niha jî xwe amade dike ku têkoşîna xwe bi Partiya Çepên Kesk re bibe Meclisê.    ‘SOZA ME JI BO GELÊ ME HEYE’    Turkmen diyar kir ku ew bi biryardariya guhertina pergalê diçin hilbijartinê û ew ê li dijî rejîma yekperest pir nasnamebûnê, pir çandî û erdnîgariyek azad ava bikin. Turkmen da zanîn ku HDP’ê soz daye civakê û gelan û bi Partiya Çepên Kesk vebijêrkek din afirandine û got: “Bi milyonan însan fikrê partiyê wek fikrê xwe dibîne û bi têkoşîna wê re ne. Yên bi fikrên partiya me re tevger nakin, niha jî doza girtinê li dijî partiya me vekirine. Ev doz pir eşkere darbeyek li hilbijartinê ye. Me soz da gelê xwe ku em ê wan bi tenê nehêlin. Me doza xwe bicih anî û niha jî em bi Partiya Çepên Kesk diçin hilbijartinê. Ji bo em soza xwe ji bo gelê xwe pêk bînin, ji bo em rejîma yekperest a yek zilamî hilweşînîn em ê bi hemû enerjiya xwe bi milyonan re bin û 30 rojên din dawî li vê rejîmê bînin. Em vê rûpelê digirin.  Em ê ji bo pergala civakek ku nirxên azadiyê, demokrasiyê û aştiyê diparêze bixebitin û gavan biavêjin.”    ‘WÊ PIŞTÎ 22 SALAN JI GEL RE ÇI BÊJIN?’    Turkmen bal kişand ser bêdengiya beriya hilbijartinê ya li Enqereyê û wiha got: “Civak bi hêrs, nebextiyar û stres e. Rûyê nûnerên rejîma yek zilamî û partiyên wan nîne û şirîkê wan nîne ku derkevin kolanan. Piştî 22 salan wê ji civakê re çi bêjin? Wê bêjin, Ma me hûn di bin erdhejê de hiştin, ma me hûn bi lehiyê re berda? Ma ew ê çîroka ku em di dema pandemiyê de li nexweşxaneyan mexdûr bûne vebêjin? Dê bêje me ji we re pir û rêyên xweş çêkirine, lê benzîna we tune ku hûn têxin erebeyê. Ji kesên demokrasîxwaz, azadîxwaz û aştîxwaz ên vî welatî diparêzin re dê çi bibêjin? Tiştek wan nîne ku bêjin. Ji ber ku yên li vî welatî demokrasî û aştiyê diparêzin şandin girtîgehan. Zindan bi aştîxwaz û azadîxwazan tije kirine. Rûyê wan tune ku derkevin kolanan.”     WÊ BAYÊ RÊYA SÊYEMÎN WERE    Turkmen anî ziman ku Enqere êdî ne bajarekî mehkûmî du bendan bibe ye û wiha got: “Rêya Sêyemîn tê Enqereyê. Tifaqa Ked û Azadiyê bi xeta Rêya Sêyemîn tê ku pergalek din ava bike. Ev ferman parastina mafên kedê, parastina azadiyan, parastina demokrasiyê, parastina aştiyê ye. Em ê bi vê siyasetê civakek jiyana hevpar, pirnasname, pirçandî, pirbawerî ava bikin. Em ê pergalek li gorî dilê xelkê ava bikin. Wê ji niha şûn v e li Enqereyê bayê Rêya Sêyemîn rabe û were. Em ê atmosferek ku dikaribin li kolan û qadên Enqereyê li cem hev rûnên ava bikin. Werin em rûpela 22 salî bigirin. Em ê di encama têkoşîna me ya bi salan de di 14’ê Gulanê de vê îktidarê bişînin. Em êdî gavên ewil ên avakirina pergalek nû diavêjin.”    MA / Ozgur Paksoy