Şandeya Serhedê li Agiriyê ye: Em ê rêya aştî û azadiyê vekin 2023-04-15 17:21:22   AGIRÎ - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê li Agirî ya ku baskê tûra hilbijartinê yê Partiya Çepên Kesk ê Serhedê gihiştiyê axivî, wiha got: “Em dixwazin rêya çareseriya kurd, aştî û azadiye vekin.”   Baskê tûra hilbijartinê yê Partiya Çepên Kesk ê Serhedê piştî Bazîdê derbasî Agiriyê bû. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş û namzetên parlamenteriyê amade bûn. Şandeya di ketina bajêr de hate pêşwazîkirin, hate ber buroya hilbijartinê ya navenda bajêr.    Namzetên parlamenteriyê yê Mûşê Sezaî Temellî yê li vir axivî wiha got: “Em dikevin hilbijartineke gelek girîng. Em ê ji vê desthilata faşîst û zordar xelas bibin îşelah.”   ‘EM Ê SERBIKEVIN’   Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî wiha got: “Fikirîn ku dê me qels bikin lê em bi dost û gelên xwe re bihêz in û em ê serbikevin. Dixwazin ku HDP’ê bigirin lê em çawa li partiyên xwe yên din xwedî derketin em ê li vê jî xwedî derkevin. Em dixwazin rêya çareseriya pirsgirêka kurd, aştî û azadiyê vekin. Ev daxwazên me wê bi pêşengiya partiyên me çêbibin. Em ê mal bi mal kolan bi kolan bigerin û vê pêk bînin.”   ‘ROJA JI DESTHILATÊ XELAS BIBIN HAT’    Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar a herî dawî axivî jî wiha got: “15’ê Gulanê êdî ji bo me roja pîroz kirinê ye. Li Tirkiyeyê demekî dirêje siyaset ji rê derketiye. Di serdema desthilata AKP’ê û MHP’ê de rant, nelirêtî û şer çêbû. Ji bo ku em siyasetê bi xwediyên wê yên rast re bikin yek em tên. Li pişt me hêzeke xurt û vînek heye. Em bi vê vîne derketin rê. Roja ku em ji desthilata ji polîtîkayên şer û tecrîdê zêdetir gotinên wî nînin xelas bibin hat. Du tifaqên me hene; dibêjin Tirkiye dikare bi rêveberiyeke demokratîk bê rêvebirin. Em ji bo komareke demokratîk di rê de ne. Em yekane partiya ku ji Tirkiyeyê re soza demokrasiyê didinin.”   Piştî axaftinan şande heta ber buroya hilbijartinê ya duyemîn meşiya. Bernameya şandeyê ya roja duyemîn bi dawî bû.