'Em ê ji Aydinê 2 parlamenteran bişînin meclisê' 2023-04-16 09:05:12   AYDIN - Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Aydinê Celal Gumuş, anî ziman ku pirsgirêka herî mezin a Aydinê ew e ku JES dibin sedema talankirina ekolojiyê û got ku armanca wan ew e ku ji boi têkoşîna bajêr 2 parlamenteran bişînin meclisê.    Partiya Çepên Kesk, xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê bi dirûşma "Dîsa em" didomîne. Partiya Çepên Kesk ku hewl dide desthilatê biguherîne, armanc dike ku 100 parlamenteran bişîne meclisê. Partî, ji bo ji Aydinê 2 parlamenteran bişîne meclisê bênavber dixebite.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di hilbijartinên giştî yên 2018'an de li Aydinê 68 hezar û 541 ray wergirtibûn, lê ji ber pergala tifaqê ji bajêr parlamenter neşandibûn meclisê. AKP'ê 4, CHP'ê 3 û Partiya ÎYÎ'yê jî parlamenterek şandibû meclisê. Partiya Çepên Kesk niha hewl dide ku di hilbijartinên 14'ê Gulanê de ji Aydinê 2 parlementeran bişîne meclisê.    Partiya Çepên Kesk Ebrû Gunay, Rojîn Tanhan Dogan, Sînan Çakmaçi, Medîha Ayhan, Abdûrrahman Saran, Zerrîn Alpaslan û Mûharrem Şenol li bajêr kirine namzetên parlementeriyê.    ‘EM Ê 2 PARLAMENTERAN BIŞÎNIN MECLISÊ'   Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Celal Gumuş, bibîr xist ku di hilbijartinên 2018'an de bi 3 hezar rayan parlementer ji dest wan çûye û got: "Îsal teqez em ê yekî bişînin meclisê. Em ji bo yê duduyan jî dixebitin. Îsal heya ji dest me tê em dixebitin. Li Aydinê serjimarî zêde bûye û dê ciwan rayên xwe bi kar bînin. Ev jî dê rayên Tifaqa Ked û Azadiyê zêde bikin. Kesên ku desthilatê tahde li wan kiriye dê ber bi em ve werin û em ê li Aydinê 80 hezar rayî wergirin."    XEBAT DIDOMIN   Gumuş diyar kir ku xebatên wan li seranserê bajêr didomin û got: "Li Aydinê xebatên me li hemû navçeyan didomin. Me li navçeyan buroyên xwe yên hilbijartinê ava kirin. Em xebatên daliqandina afîş û alayan jî didomin. Me komîteyên xwe yên taxan çêkirine û me li navçeyan meclisên birêvebirina hilbijartinê ava kirine. Partiya me dê li Aydinê li ser hemû sindoqan be."    EKOLOJÎ, KED, NASNAME   Gumuş destnîşan kir ku pirgsirêka herî girîng a Aydinê Santralên Enerjiya Jeotermalê (JES) in û got ku 270 santralên li bajêr av, hewa û axê qirêj dikin. Gumuş anî ziman ku ew bi salan li hemberî vê têdikoşin û got: "Îro piraniya gelê me ji rewşa aborî ya welêt ne razî ye. Cotkar, esnaf, kesên teqawidbûyî, tu kes ji vê rewşê ne razî ye û dê wekî partiya alternatîf piştgiriya em bikin."   Gumuş, ji bo çareserikirina van pirsgirêkan xwest gel dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk.