Bûldan: Dîlok dê derseke mezin bide AKP'ê! 2023-04-17 19:43:56   DÎLOK - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan ku li Dîlokê bi gel re civiya, diyar kir ku ew ê tiştên hatine serê gelê Dîlokê ji bîr nekin û got: "Di 14'ê Gulanê de em ê derseke wiha bidin AKP'ê ku di dîroka siyasetê de hew navê wê bê bibîranîn."    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di çaçroveya xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk de, tevî Hevseroka Giştî ya SYKP'ê li Dîlokê bi gel re civiya. Bûldan li Dîlokê bi karwaneke ji gelek wesayitan pêkhatî hat pêşwazîkirin û tevî şandeya pê re, tevlî vekirina buroya hilbijartinê ya li Taxa Vatanê bû. Bi hezaran kes tevlî vekirina buroyê bûn û dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kirin.    Di bernameyê de ewilî Hevseroka HDP'ê yê Dîlokê Ayten Kaya axivî. Kayayê got ku ew ê li Dîlokê û çar aliyên Tirkiyeyê dîrokê binivîsin, ji lew re wekî din tu çare tune ye. Hevserokê HDP'a Dîlokê Avnî Bînîcî jî got ku ew ê bi şev û biroj bixebitin.    Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuceyê jî destnîşan kir ku ew ê jibîr nekin ku bê ka dewlet û desthilatê çawa ew bi mirinê re rû bi rû hiştine û got: "Em ê welatekî ku hemû gel wekî xwişk û bira bin ava bikin."    'EM Ê DERSEKE GIRÎNG BIDIN AKP'Ê'   Paşê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan axivî. Bûldanê îşaret bi dek û dolabên desthilata AKP-MHP'ê kir û got: "Didizin, diçirpînin, lê dikin nakin nikarin serî bi me re derxin. Dê nikaribin jî. Astengiyên gelekî mezin dan ber me. Doza girtinê dan ber me. Dixwazin HDP'ê li derî siyasetê bihêlin. Ji bo Meclisê bêyî HDP'ê bihêlin, serî li hemû bêhiqûqîtiyan dan. Lê me soz daye gelê xwe. Me got, gel dek û dolabên wan hebin, ê me jî pêngavên me hene. Me biryar da ku em bi navê Partiya Çepên Kesk beşdarî hilbijartinê bibin. Niha armanc û rêyeke me ya nû heye. Partiya Çepên Kesk, dê li her derê Tirkiyeyê bibe reng û dengê hemû gelan û parlementeran bişîne meclisê."    'EM Ê WAN BAVÊJIN SER SERGO'   Bûldanê di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku gelê Dîlokê AKP'ê baş nas dike û îşaret bi erdhejên 6'ê Sibatê kir. Bûldanê got: "Dîlokî 21 sal in dibînin ku bê AKP'ê ev welat xistiye çi halî. Herî dawî jî di erdhejê de 3 rojan xuya nekirin. Mexdûrên erdhejê bi tenê hiştin. Lê dê di 14'ê Gulanê de, bi rêjeya ku wergirtine bi çarenûsa xwe re rû bi rû bimînin. Niha dor, dora me ye, dora gelên me ye. Êdî dem hatiye ku em AKP'ê bi çarenûsa wê re rû bi rû bihêlin. Ev jî, girêdayî etcriha gelê me ye. Raya ewil ji bo guherandina serokkomar e. Raya duduyan jî ji bo parlementoyê ye. Em ji we dixwazin ku em bi awayekî pri qelebalix biçin meclisê. Em yeqîn dikin ku gelê Dîlokê dê vê carê terciheke baş bike. Heyama borî Mahmût Togrûl, li parlementoyê bû dengê we û vîna we. Niha jî dê Partiya Çepên Kesk bi gelek parlementeran Dîlokê temsîl bike."    Bûldanê bilêv kir ku ew ê di 14'ê Gulanêd e vê detshilatê bavêjins er sergo û got: "Di 14'ê Gulanê de em ê derseke wiha bidin AKP'ê ku di dîroka siyasetê de hew navê wê bê bibîranîn."    Di dema axaftina Bûldanê de dem bi dem dirûşmeya "Hikûmet îstifa" olan da. Bûldanê jî ji bo vê dirûşmeyê got ku "fediuya îstifakirinê bi vê hikûmetêr e tune ye."    Piştî axaftina Bûldanê bi hezaran kesî bi ekdengî dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kirin.   Piştî axaftinan buroya hilbijartinê hat vekirin. Bername bi govendgerandinê bi dawî bû.