Namzeta Îzmîrê Ozkan: Em ji bo pêşerojeke birûmet ketin rê 2023-04-18 11:04:00   ÎZMÎR - Ji namzetên Îzmîrê Canan Kebeç Ozkan di salên zanîngehê de dest bi têkoşîna birêxistinî kir û dixwaze vê têkoşînê li meclisê bidomîne. Ozkan, diyar kir ku ew ji bo pêşerojeke birûmet ketine rê.    Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk ên li hemû bajarên Egeyê berdewam in. Jin û ciwan pêşengtiya xebatan dikin. Li Îzmîrê 28 namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk hene û namzetên jin bi kevneşopiya xwe ya têkoşîna ya xurt balê dikişînin. Yek ji wan namzetan jî Canan Kebenç Ozkan e ku li herêma duyemîn di rêza ewil de ye.    CANAN KEBENÇ OZKAN KÎ YE?   Ozkan, di sala 1983’yan de li Meletiyê joi dayik bû. Zaroka malbateke kurdên elewî ye. Zarokatî û ciwantiya wê li Meletiyê derbas bû. Ji ber ku malbata wê hem elewî û hem jî sosyalîst bû, rastî gelek zextan hat. Di sala 2000’an de dest bi Beşa Mamostetiya Polan a Fakûlteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê kir. Di sala 2004’an de mezûn bû. Di dema zanîngehê de tev li xebatên Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) bû. Di sala 2004’an de weke mamoste li Wanê hate tayînkirin û dest bi têkoşîna sendîkayî kir. Di sala 2008’an de tayîna wê bo Îzmîrê derket û di sala 2017’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hate îxrackirin. Ozkan, ji roja dest bi mamostetiyê kirî heta niha her tim bi awayekî çalak di nava Egîtîm Sen û KESK’ê de cih girt. Hem bi gelek peywiran rabû hem jî têkoşîna jinan meşand.    XWE LI HADEP’Ê BIRÊXISTIN KIR   Ozkan, niha jî dixwaze ku vê têkoşîna xwe veguhêze meclisê. Ozkan, got ku pergal li Meletiyê her tim hewl dide di navbera elewî û suniyan de pevçûnan derxîne û wiha domand: “Yek ji bajarên ku gel li dijî hev tên sorkirin jî Meletî ye. Li Meletiyê hemû zarokên elewiyan mîna min rastî tundiya cihêkariyê hatine. Di bin van zextan de mezin bûm. Ji ewil di sala 1999’an de bi xebatên ciwanan ên HADEP’ê ez polîtîk bûm. Piştî dibistanê jî têkoşîna ked û sendîkayî dest pê kir.”    DI ÇAVÊ ZAROKAN DE NEWEKHEVΠ   Bi domdarî Ozkan diyar kir ku dema bûy mamoste newekheviya civakî di çavê zarokan de şênbertir dîtiye û wiha pê de çû: “Weke mamosteyekê min cihêkariya li dijî elewiyan, penaberan, kurdan û zarokên xizan şênbertir dît. Wê demê min got ku divê ji bo zarokan têbikoşim. Min bi vê bîr û baweriyê hewl da têkoşîna xwe mezintir bikim. Avêtina ji peywirê nayê wê wateyê ku mirov ji jiyan û têkoşînê dûr bikeve. Îktîdara faşîst dibêje qey heke kesekî îxrac bikin dê civakê bitirsînin û ji hêza têkoşînê bixin. Lê hemû hevalên KHK’î têkoşîna xwe mezintir kirin. Sedema vê jî girêdana wan a bi hêviyê re bû.”   'JI BO PARADÎGMAYA AZADÎXWAZIYA JINÊ...’   Di berdewamê de Ozkan dixwaze têkoşîna ked, demorasî û aştiyê ji qada sendîkayî veguhêze qada siyasetê û ev tişt anî ziman: “Ji ber paradîgmaya azadîxwaziya jinê, civakeke ekolojîk û jiyaneke aştiyane ez ji Partiya Çepên Kesk bûm namzet. Sedsala ewil a komarê bi tunehesibandin, red û pişaftinê derbas bû. Me 20 salên komarê yên dawî bi îktîdareke herî xwînî, faşîst, yekperest û mêrserdest derbas kir. Ji bo guherandina wê hêviyeke me heye. Armanca me ew e ku di sedsala duyemîn de komarê li gorî perspektîfa rêya sêyemîn ava bikin. Ji bo vê jî berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê me jinan.”   JI EGEYÊ BER BI ENQEREYÊ VE BAYÊ NETEWEYA DEMOKRATÎK    Ozkan, bal kişand ser xebatên hilbijartinê yên li Îzmîrê û wiha got: “Enerjî û kelecaneke pir mezin heye. Hêviya me ew e bayeke Egeyê ji Îzmîrê ber bi Enqereyê ve biçe. Ege, herêmêkî pirçand, pircivakî ye. Tam jî li gorî ruhê neteweya demokratîk e. Penaber, yoruk, çerkes, elewî û roman bi hev re dijîn. Anku ji bo avakirina neteweya demokratîk, herêmeke pir guncav e. Hêviya me ya ji Egeyê mezin e. Em ê bi hêzeke mezin ji Egeyê biçin meclisê. Lê divê ji bo vê em pir bixebitin.”    'EM JI BO RÊYEKE BIRÛMET KETIN RÊ’   Herî dawî jî Ozkan wiha derbirî: “Em ji bo avakirina pêşerojeke hêviyê dide ketin rê. Hêviya min a ji vê hilbijartinê rew e ku weke karê ewil tecrîd bi dawî bibe û polîtîkayên şer xelas bibin. Hêvîdarim ku êdî deriyên aştiyeke birûmet bên vekirin û ber bi vê rêyê ve bikevin rê. Hêvîdarim hemû hevalên li girtîgehan derkevin û em bên ba hev. Lê divê ev neyê jibîrkirin ku têkoşîna aştî, demokrasî, jin û kedê girêdayî hilbijartinan nîne. Divê bênavber were dayîn. Lewma jî em di vê hilbijartinê de ji bo pêşerojeke birûmet ketin rê.”    MA / Semra Turan - Delal Akyuz