Namzetê Semsûrê Kenanoglû: Li herêma erdhejê a girîng ewlehiya sindoqan e 2023-04-20 09:02:04 SEMSÛR - Namzetê parlamenteriyê yê Semsûrê yê Partiya Çepên Kesk Alî Kenanoglu bal kişand ser ewlehiya sindoqan û got: "Li Herêmên erdhejê ya herî girîng ewlehiya sindoqan e. Divê hemû partiyên muxalif bi peywîrdarên sindoqan û muşahidan sindoqan biparêzin û rê nedin şaîbeyan."   Semsûrê ku bandoreke gelekî mezin ji erdhejên 6'ê Sibatê yên Mereşê girt, di bin bandora erdhejê de hilbijartinên 14'ê Gulanê pêşvazî dike. Li gor daneyên Lîjneya Hilbijartinên Bilind (YSK) li Semsûrê 399 hezar 125 hilbijêr û hezar û 452 sindoq hene. Lê ji ber ku gelek welatiyên Semsûrê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û gelek welatî jî ji bêgavî koç kirine, pirsnîşana herî mezin ewlehiya sindoqan û dengdayina welatiyên li dervayî bajêr e.    Namzetên parlamenteriyê yê Semsûrê yê Partiya Çepên Kesk Alî Kenanoglû der barê ewlehiya sindoqan û dengdayina semsûriyên li derveyî bajêr pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivandin.    EWLEHIYA SINDOQAN   Alî Kenanoglû bi lêv kir ku li cihên erdhejê ji pirsnîşanên girîng yek jê jî ewlehiya sindoqan e û ev tişt gotin: "Di warê hilbijartinê de pirsgirêka herêmên erdhejê yek jê jî dengdayina welatiyên li dervayî bajêr e. Ji aliyekî vê êşa mirovan heye, ji ber wê hilbijartin wê pri ne di xema wan de be. Lê ger welatiyên li dervayî bajêr têkiliyê bi partiya me re deynin, li ku bin em ê wan bînin Semsûrê û piştî dengdayînê em ê cardin wan bibin cihê wan. Ya din jî ewlehiya sindoqan e. Helbet li herêmên erdhejê gelek tiştên bi şaîbe diqewimin. Duh ji navçeya Kolikê ya Semsûrê agahiyek hat ber destê me ku li ser cihekî vala 160 hilbijêr hatine qeydkirin. Me ev yek demildest tespît kir û ew qeyd jêbirin. Gelek tiştên bi vî rengî diqewimin. Lê pêşîgirtina li van tiştan jî divê hemû partiyên muxalif bi peywirdarên sindoqan û muşahidan sindoqan biparêzin û rê nedin van tiştan."   'HESAP BIPIRSIN'   Kenangolû destnîşan kir ku berpirsê karesata erdhejê desthilata AKP-MHP'ê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî erdheja Xarpetê li parlamentoyê komîsyona erdhejê hat avakirin û ez jî di nav de bûm. Li ser erdhejê jî lêkolînên me bûn. Ev erdhej diyar bû, dihat zanîn ku dê li vê herêmê erdhejeke bi vî rengî çêbibe. Lê tevî vê yekê jî desthilatê tu tevdîr negirtin. Berpirsê vê karesata erdhejê desthilata AKP'ê bû. Ji ber ku tevdîrên pêwîst negirtin, karesateke wisa çêbû. Bandora erdhejê ji ber wê mezin bû û ew qas kesan jiyana xwe ji dest dan. Semsûr hatibû jibîrkirin. Lê gelê Semsûrê vê desthilata ku ew jibîr kiribû, dê di hilbijartinan de ji bîr neke û dê li ser sindoqan hesap ji desthilatê bipirse. Pişt rê jî em ê bi awayekî hiqûqî hesab bipirsin. Ji ber wê jî divê mexdûrên erdhejê tevlî hilbijartinan bibin û hesab ji vê desthilatê bipirsin."    'EM Ê JINÛVE AVA BIKIN'   Kenangolû anî ziman ku heke di vê hilbijartinê de 100 parlamenterên Partiya Çepên Kesk çêbibin, ev yek dê ji bo jinveavakirina bajarên bandor ji erdhejê girtine dê roleke diyarker bilîze û wiha got: "Li vî bajarî gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û yên ku jiyana xwe ji dest nedane jî, bi mehan di konan de ne û siberoja wan jî nediyar e. Li vî bajarî ne tenê avahî hilweşiyan, di heman demê de mirovan karê xwe winda kirin û dibe ku di siberojê de pirsgirêkên aborî jî rû bidin. Yanî erdhej ne tenê hilweşiyana avahiyan e, bajarek ser û bin bû. Heke Partiya Çepên Kesk 100 parlamenteran bişîne meclisê, wê di warê çêkirina qanûnan de xwedî roleke diyarker be. Wê deme jî dê Partiya Çepên Kesk bi gelê Semsûrê re jinûve bajêr ava bike. Wê demê dê kes nikaribe bi serê xwe bajêr ava bike. Ji ber ku bajar ne tenê avahî û tax in, di heman demê de çand  û dîrok in jî. Ji ber wê jî divê li gor çand û dîroka bajêr, bajar bê avakirin. Ne tenê avakirina bajêr, avakirina jiyana mirovan jî helbet. Em ê bi fikrên welatiyên Semsûrê bajêr ava bikin."    'JI BO RANTÊ CIHÊ BAJÊR DIGUHERÎNIN'   Kenanoglû bal kişand ser TOKÎ'yên ku li derveyî navenda bajêr tên avakirin û ev tişt anîn ziman: "Niha dibêjin vir ji bo bajêr ne ewleye, 'em ê bajêr bibin cihekî din ava bikin.' Destpêke wisa bikirina dibû, lê niha êdî derfetên teknolojiyê pir in. Bajar li ser behrê jî ava dibin ji ber wê jî bila êdî tu kes ji me re nebêje li vir bajar nayê avakirin. Jixwe li cihê çandiniyê bajar ava kirine û cihên çandiniyê xira kirine. Lê ne ji bo ewlehiyê, ji bo rantê cihê bajêr diguherînin. Her wiha mijareke girîng jî ku me piştî erdheja Xarpêtê dît, avahiyên ku piştî erdhejê çêkirin, bi deyn firotin mexdûrên erdhejê. Ji ber vê yekê em ê pêşî li vê yekê jî bigrin. Divê hemû mexdûrên erdhejê yên xaniyên wan hilweşiyane bê perê xaniyekî bigrin. Em weke Partiya Çepên Kesk vê pêvajoyê bişopînin û ji bo welatiyan çi ji destê me were em ê bikin."   'ARMANC BIBIN PARTIYA YEKEM'   Kenanoglû diyar kir ku armanca wan li Semsûrê bibin partiya yekem û axaftina xwe wiha qedand: "Ji ber ku avaniya Semsûrê ya çand û dîrokî li gor Partiya me ye. Ji bo vê divê em bixebitin, xwe bi welatiyan bidin fêmkirin. Ya ku avaniya bajêr biparêze Partiya Çepên Kesk e. Divê em vê yekê bi gel bidin fêmkirin. Heke em vê yekê bi gel bidin fêmkirin, em dikarin ji vir bibin partiya yekem û 3 parlamenteran derxînin. Em dixwazin bi 3 parlamenteran Semsûrê temsîl bikin."     MA / Mahmût Altintaş