Ji elewiyan bang: Em tevek di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bibin yek 2023-04-20 10:47:07   ENQERE - Elewiyên ku rastî polîtîkayên pişaftinê tên, bang li her kesî kirin ku di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de yekitiya xwe ava bikin.    Ji bo hilbijartinên 14’ê gulanê 24 roj man û xebatên hilbijartinê yên partiyan jî bênavber didomin. Yek ji girseya sereke ya ku partiyên siyasî bang lê dikin jî elewî ne. Elewiyan got ku dê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.    Hevserokê Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Mûstafa Karabûdak diyar kir ku elewî ji sala 2009’an ve heta niha bi sozên vala tên mijûlkirin û wiha got: “Piştî ku di sala 2018’an de pergala serokkomariyê hate avakirin, îktîdara yekzilamî qadên jiyanê yên elewiyan hîn bêhtir teng kir. Di sala 2022’yan de jî Wezareta Çandê bêyî rizaya elewiyan Maseya Elewiyan ava kir. Elewî; hemwelatiya azad û azadiya ol û baweriyan dixwazin. Ji bo vê jî xebatan dikin. Me li dijî Maseya Elewiyan, li pêşiya meclisê daxuyanî da û li Stenbolê komxebat li dar xist. Em tu tiştekî îktîdara siyasî li me ferz dike qebûl nakin. Îktîdara ku nekarî elewiyan li gel xwe bigire, êdî pîrên bi pereyan dixebitin û xebatkar girtin. Walîtî û qeymeqamtî li me jî geriyan. Me jî jê re got; ‘weke DAD’ê em tu daxwazên we qebûl nakin.’ Em, cemxaneyên xwe bi bexşên tên kirin ava dikin, fînanse dikin û li ser pêyan digirin. Niha jî hewl didin bi mûçe, pasaportên gewr û hwd. hewl didin li cem xwe bigirin. Ji dîrokê ve hewl dan bi darvekirin, serjêkirin û kuştinê elewiyan tune bikin û niha jî dixwazin elewiyên dişibin xwe çêbikin.”    ELEWÎ Û RÊYA 3’YEMÎN   Karabudak, da zanîn ku tifaqên Cumhur û Milet ji bo kesên rastî cihêkariyê tên tiştekî nabêjin û wiha pê de çû: “Tenê dibêjin em dikarin ji yên din baştir birêve bibin. Elewî jî vê rewşê baş dişopînin û ne bawerim biçin cihê ku xwe li wir nebînin. Her wiha bloqeke sêyemîn heye ku kesên mazlum, çepgir, sosyalîst, welatparêz tê de cih digirin. Dê tercîha elewiyan jî bibe bloqa sêyemîn û li gel partiya ku daxwazên wan di bernameya xwe de bi cih kirine cih bigirin. Em di sihbetên xwe de dibînin ku mirov vê jidil dibînin. Lê ferqa yên din ji hev nîne. Tenê di demên hilbijartinê de sozan didin ku tu carî pê nakin. Daxwaza elewiyan hemwelatiya wekhev, makeqanûneke demokratîk, azadiya baweriyan, reformekirina diyanetê, statûya cemaxaneyan û perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Dê elewî vê rewşê bişopînin. Yên ku van sozan didin, dê elewî li cem wan bin. Heke îktîdar vê bike, ji xwe dê pirsgirêk çareser bibe. Ne tenê elewî lê dê her kesên rastî cihêkariyê tên di bloqa 3’yemîn de cih bigirin.”   ‘WERIN EM DI 14’Ê GULANÊ DE DERSEKÊ BIDIN ÎKTÎDARÊ’   Huseyîn Yildiz jî got ku divê elewî di bin heman sîwanê de xwe birêxistin bikin û ev tişt anî ziman: “Li rexekî CHP û li rexa din jî AKP heye. Her wiha bandora Partiya Îyî heye. Tehemûla me nema ye. Li hêla din jî Partiya Çepên Kesk heye. Divê em tevek di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bibin yek. Îktîdareke ku dibêje; ‘cemxane cihê cimbişê’ heye û heqaretê li me dike. Divê em xwe li dijî wê birêxistin bikin û di 14’ê Gulanê de dersekî bidin wê. Gel, tenê di Partiya Çepên Kesk de dikarin xwe xwe îfade bikin. Azadiya jinan, azadiya gelan di Partiya Çepên Kesk de heye. Divê ev têkoşîn bi hev re were dayîn. Li dijî vê îktîdara zordest, divê elewî, jin, roman û gel bibin yek. Êdî roja wê derbas dibe. Bêyî ku em bibêjin elewî, ermen, sunî û hwd. divê em tevek weke welatparêzan bi hev re tevbigerin û di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bibin yek.”    MA / Yusra Batihan