Partiyên muxalefetê bi boneya cejnê çûn serdana HDP’ê 2023-04-22 13:02:24   ENQERE - Partiyên Tifaqa Milet bi boneya Cejna Remezanê çûn serdana HDP’ê.    Partiya Gel a Komarê (CHP) û Partiya Pêşerojê ku di nava Tifaqa Milet de cih digirin, bi boneya Cejna Remezanê di saetên serê sibehê de çûn serdana Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). Şandeyên partiyan ji hêla Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Nûray Ozdogan, endama MYK’a HDP’ê Sûltan Ozcan û namzetê Partiya Çepên Kesk ê Enqereyê Çagdaş Kupelî ve hatin pêşwazîkirin.    ROJEV ERDHEJ BÛ   Ji ewil Partiya Pêşerojê hate serdanê. Di pîrozkirina cejnê de tenê rojeva hilbijartinên 14’ê Gulanê û karesata erdhejê hebû. Piştî serdana Partiya Pêşerojê jî şandeyeke CHP’ê hate serdanê. Di serdana CHP’ê de jî hat destnîşankirin ku di bingeha hemû pirsgirêkên heyî de îktîdar heye û peyama “divê em îktîdarê di hilbijartinan de têk bibin” hate dayîn.    Tê payîn ku Partiya Saadetê, Partiya Ciwan û Partiya Deva’yê jî piştî nîvro bên serdana partiyê.