Partiyên muxalîf bi boneya cejnê çûn serdana Partiya Çepên Kesk 2023-04-22 15:44:48     NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çepên Kesk bi boneya Cejna Remezanê bi gel re bernameyên pîrozkirinê li dar xist û li hêla din jî partiyên muxalîf hatin serdana Partiya Çepên Kesk.    Partiya Çepên Kesk li hêlekê xebatên hilbijartinê didomîne û li rexa din jî bi boneya Cejna Remezanê bi gel re hate ba hev. Partiyên muxalîf ên weke Partiya Gel a Komarê (CHP) û Partiya Saadetê jî bi boneya cejnê hatin serdana Partiya Çepên Kesk.    RIHA    Rêxistinên CHP û Partiya Saadetê yên Rihayê bi boneya cejnê çûn serdana Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). Şandeyên CHP û Partiya Saadetê ji hêla Parlamenterê HDP’ê Mûrat Sarisaç û rêveberên partiyê ve hatin pêşwazîkirin. Di pîrozkirina cejnê de mijara sereke hilbijartinên 14’ê Gulanê bû. Her wiha di sihbetan de qala girîngiya ewlehiya hilbijartin û sindoqan hat kirin û bal kişandin ser girîngiya muxalefeta hevpar.    DÎLOK   CHP, Partiya Deva, Partiya Saadetê û Partiya Pêşerojê jî li Dîlokê çû serdana Partiya Çepên Kesk û  HD’ê. Şande, li Rêxistina HDP’a Dîlokê hatin pêşwazîkirin. Gelek partiyî tev li hevdîtinê bûn. Di serdanan de li ser hilbijartin û erdhejê axaftin hatin kirin.    ANTALYA   Rêxistina Partiya Çepên Kesk di çarçoveya bernameya Cejna Remezanê de li Rêxistina HDP’a Antalyayê bi gel re hate ba hev. Di pîrozkirina cejnê de li gel parlamenteran, her wiha gelek kes tev li bûn. Namzetên parlamenteriyê li vir cejn li gel pîroz kirin û piştre jî li navçeyên Antalyayê çûn serdana malbatan.    EDENE/MÊRSÎN   Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Edeneyê li avahiya partiyê bi gel û partiyiyan re bernameya pîrozkirina cejnê li dar xist. Nazmetên parlamenteriyê yên Edeneyê û gelek kes tev li bernameyê bûn.    Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê jî li avahiya partiyê bi gel re hate ba hev û cejna wan pîroz kir.    WAN   Namzetên Partiya Çepên Kesk tev li torena pîrozkirina cejnê ya li navçeya Rêya Armûşê. Torena pîrozkirina cejnê li pêşiya bûroya hilbijartinê ya navendî hate lidarxistin û bi sedan kes tev li bûn. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Wanê Veysî Dîlekçî li vir axivî û got ku dê gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn 3 cejnan pîroz bikin. Dîlekçî, got ku li gel cejnên Remezan û Qurbanê, her wiha dê di 14’ê Gulanê de jî cejnek were pîrozkirin. Dîlekçî wiha domand: “Mijara nasname û zimanê kurdî di her mijarê de diyarker e. Heta ev pirsgirêk çareser nebe jî dê çi pirsgirêk çareser nebin. Em ê di 14’ê gulanê de bi hev re îktîdara AKP-MHP’ê têk bibin. Her wiha em li vir cejna bi dehhezaran girtiyên siyasî pîroz dikin. Hêvîdarim ku ev cejn bibe cejna dawî ku ew di girtîgehê de.”    MÛŞ   Namzetên parlamenteriyê yên Mûşê, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên pîşeyî û gelek kes bi boneya cejnê çûn serdana gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn. Namzeta Partiya Çepên Kesk a Mûşê Sumeyye Boz di serdanê de axivî û wiha got: “Ev têkoşîn, hêzê dide me tevan. Têkoşîna wan bo me weke mîras ma. Em jî dê li ser şopa wan têkoşîna azadiyê bidomînin.”    GORÊN ŞEHÎDÊN PIRSÛSÊ HATIN ZIYARETKIRIN   Piştre jî gorên şehîdên Pirsûsê Mucahît Erol, Serhat Devrîm û Alî Barûtçû hatin ziyaretkirin. Ji namzetên parlamenterê Serhat Dursun li vir axivî û wiha got: “Rêhevalên me ji bo aştî û demokrasiyê li wir bûn. Lê belê di encama êrişa biorganîzeyî ya DAIŞ’ê hatin qetilkirin. Dirûşmeke me heye ku dibêjin ‘Ey şehîd rêya te rêya me ye’. Ev dirûşm rastî ye, heqîqete. Em ê vê têkoşîn û rastiyê bidomînin. Rêya hevalên me, rêya me ye. Têkoşîna wan rêya me ronî dike.”    Piştî serdanên goristanan jî derbasî avahiya Rêxistina HDP’ê bû. Bi tevlibûna namzetên bajar û namzetê Agiriyê Sirri Sakik cejna gel hate pîrozkirin.    ÎZMÎR   Partiya Çepên Kesk û HDP’ê bi boneya Cejna Remezanê li bûroya hilbijartinê ya li Taxa Dudu ya navçeya Gazîemîr a Îzmîrê cejna gel pîroz kir. Namzetên parlamenteriyê Burcugul Çubuk, Erhan Morkoç, Kerem Ay, rêveberên Partiya Çepên Kesk û gelek welatî tev li bernameya pîrozkirina cejnê bûn.    Namzeta Partiya Çepê Kesk Burcugul Çubuk li vir axivî û ev tişt anî ziman: “Cejna esasî dê bibe hilbijartinên 14’ê Gulanê. Em ê piştî 14’ê Gulanê bi hev re jiyaneke nû ava bikin. Cejna me dibê bibe azadiya Tirkiye û Kurdistanê. Em rojên ber bi wê cejna mezin ve dirêsin. Ev roj jî yek ji wan rojan e. Dê têkoşîna xwe bidomînin.”