Namzetê Colemêrgê Duşunmez: Em ê li bajêr rekora dengan bişikînin 2023-04-23 09:04:59   COLEMÊRG - Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Colemêrgê Onûr Duşunmez xwest ku her kes biçe ser sindoqan û wiha got: “Em ê li bajêr rekora dengan bişikînin.”   Li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê piştî diyarkirina namzetên partiyên siyasî xebatên hilbijartinê bêrawestan berdewam dikin. Yek ji bajarên ku coşa hilbijartinê lê herî zêde ye Colemêrg e. Eleqeya ji bo namzetên Partiya Çepên Kesk Vezîr Parlak, Oznûr Bartin û Onûr Duşunmez gelek zêde ye. Her xebata hilbijartinê ya namzet dikin vediguhere mitîngê. Di sala 2018’an de li bajarê ku 168 hezar û 258 hilbijêr hene, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji sedî 70,2’yan 2 parlamenter AKP’ê jî ji sedî 23,8 parlamenterek derxist. Tê payîn ku ji bo hilbijartinên giştî û Serokkomariyê yên di 14’ê gulanê de bên kirin 185 hezar û 155 hilbijêr wê biçin ser sindoqan. Li Colemêrgê armanca Partiya Çepên Kesk ew e ku her 3 parlamenteran jî derxînin û ji sedî 90 deng bistînin.    Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Colemêrgê hiqûqnas Onûr Duşunmez, di sala 1990’an de li navçeya Gever a Colemêrgê hate dinê. Duşunmez ê di xebatên ciwanan de cih girt, di sala 2012’an de li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcle ya Amedê bi cih bû. Duşunmez piştî 4 salan dest bi parêzeriyê kir. Duşunmez ê piştî sala 2016’an de mezûn bû derbasî Stenbolê bû perwerdehiya xwe ya stajeriyê li wir temam kir û di sala 2017’an de vegeriya Geverê û li vir karê xwe berdewam kir.    Duşunmez ku di sala 2019’an de di hilbijartinên Baroya Colemêrgê de weke endamê lijneya rêveberiya baroyê hat hilbijartin, bi Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) re xebatên cuda pêk anî. Duşunmez di sala 2021’ê de weke endamê damezrîner ê Şaxa Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) ya Colemêrgê cih girt. Di sala 2022’yan de bû hevserokê komeleyê.   ‘HÊVÎ DI RÊYA 3’YEMÎN DE YE’    Duşunmez, diyar kir ku yekane hêviya Tirkiyeyê partiya ku jin û ciwan pêşengên wê ne û aştî lê tê qêrîn û anî ziman ku ev hêvî, hêviya Rêya 3’yemîn e. Duşunmez, bang kir ku hemû gel li dora Partiya Çepên Kesk de bibe xelek û wiha got: “Ev xwedî derketin wê hêzê bide me û em ê elbet serbikevin û bibin partiya desthilat a Tirkiyeyê.”   ‘YEKANE ARMANC JI BO HERKESÊ QEZENCKIRIN E’    Duşunmez, anî ziman ku pêşwazîkirinên namzetan bi coş derbas dibin û wiha berdewam kir: “Me bi van pêşwazîkirinan gelek moral girt. Hemû vekirinên buroyan ên li Colemêrgê weke mitîngan derbas bûn. Gelê ku hin partî nikarin di mitîngan de kom bikin me tenê di vekirina buroyan de dît. Vê yekê hêz da xebatên me, em bi moralekî bilindtir dixebitin. Yekane armanca me ya li Colemêrgê serkeftine û ji bilî serkeftinê tu vebijêrkên me tune ne. Em jî dikarin bibin bersiva hesreta vî gelî ya ji bo aştiyê. Colemêrg vê carê dê ne tenê bike 3 û 0 wê rêjeya dengan jî bilind bike. Em di ferqê de ne ku wê rekorê jî bişikînin ji ber ku coş û morala vî gelî vê dide nîşandan.”   ‘EM Ê DI DENGAN DE REKORÊ BIŞIKÎNIN’    Duşunmez, destnîşan kir ku serkeftina ku wê di hilbijartinan de were bidestxistin wê serkeftina hemû gelan be û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Qezenca esas ew e ku AKP dê êdî bi tu awayî nikaribe li van deran belav bibe. Li Colemêrgê çûyîna ser sindoqan dora ji sedî 80 ye. Ji bo ji sedî 20 ê bloka mayî biçe ser sindoqan û dengê xwe bide Partiya Çep a Keskan, em bi zêde dixebitin. Em daxwaz dikin ku hemû gelê me di hilbijartinê de dengê xwe bidin. Em ê li bajêr rekora dengan bişikînin.”