Mitînga Partiya Çepên Kesk a li Colemêrgê sibê ye 2023-04-23 10:47:39   COLEMÊRG - Partiya Çepên Kesk dê sibê li Colemêrgê mitînga hilbijartinê li dar bixe. Rêveberên partiyê anîn ziman ku gel bi dagirtina qada mitîngê dê ji niha ve bersiva hilbijartinên 14’ê Gulanê bide.   Partiya Çepên Kesk wê li Colemêrgê sibê li otogara bajêr (Tekser) mitîngê li dar bixe. Amadekariyên mitînga ku bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin pêk were temam bûn. Rêveberên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê yên bajêr ji bo mitîngê banga tevlibûnê kirin.    MAL BI MAL TAX BI TAX XEBAT DIDOMIN   Rêveberê HDP’a Colemêrgê Emîn Ertûş anî ziman ku lidarxistina mitînga ewil a li bajarê wan kelecaneke cuda li wan û gel zêde kir û wiha got: “Li hemû taxên me wesayîtên me yên anonsê bang li gel dikin. Hevalên me yên di komîsyonên taxan de cih digirin mal bi mal digerin û gel vedixwînin mitîngê. Em bi namzetên xwe re li serdana dikandaran dikin û derbarê mitîngê de agahiyan belav dikin. Serdana me ya dikandaran veguherî civîna gel. Herêma Colemêrgê di van hilbijartinan de xwe li atmosfera hilbijartinên 7’ê hezîranê girtî ye. Gelê me bi dagirtina qada mitîngê dê ji niha ve bersiva hilbijartinên 14’ê Gulanê bide.”   Rêveberê Partiya Çepên Kesk ê Colemêrgê Mûsa Yîgît jî herkes vexwend mitîngê û anî ziman ku girseya ku di vekirina buroyên hilbijartinê de bi awayekî bicoş cih digirt wê zêde bibe û li qada mitîngê be.   ‘EM Ê BERSIVA HERÎ MEZIN BIDIN’    Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Navendî Sînem Seven jî bi bîr xist ku mîtînga ku dihat plankirin li navenda bajêr bê lidarxistin ji aliyê Walîtiya Colemêrgê ve bi hinceta “Qada mitîngê ji YSK'ê re nehatiye ragihandin” hat redkirin û wiha got: “Dîsa em arasteyî qada otogarê ya derveyî bajêr kirin. Dema ku qada mîtîngê li derveyî bajêr, li deverên dûr an jî teng be, ew difikirin ku gelê Colemêrg piştgirî nade partiya xwe û wê tev li mitîngê nebin. Lê ew şaş in, bi mehan e gelê me gelek zêde xwedî li partiya xwe derdikeve. Weke HDP, DBP û Partiya Çepên Kesk em ê bersiva xwe ya herî mezin bidin zîhniyetên ku karê me asteng dikin û hewl didin qadên me yên mîtîngê teng bikin.”   Seven, diyar kir ku ew ê li dijî desthilata heyî bi dagirtina qadan a bi deh hezaran re bersiva pêwîst bidin û got: “Em bang li gelê Colemêrgê dikin ku qadan dagirin û li dijî faşîzmê bersiva zelal nîşan bidin.”